Yek ji kujerên Gedîk hat teşhîskirin

Yek ji kujerên Gedîk hat teşhîskirin

 Li Gulsuyu ya Maltepeyê, Hasan Ferît Gedîkê ji aliyê çeteyan ve hat kuştin, yek ji kujerên wî hatin teşhîskirin.

Serdar Aydemîr ku dema Gedîk hat kuştin, ligel wî, duh êvarê ji bo teşhîsê çû midûriyeta polîsan.

Aydemîr di îfadeya xwe de da zanîn ku beriya ku Gedîk bê kuştin, bi hev re sohbet dikirin û wiha got: “Tenê min ruyê kesekî dît. Sê heb bûn. Di destê wan de çek hebû û bi ser me de hatin.  Min ruyê  kesekî  dît,  li ser tîşortê spî hebû ruyê wî hatibû, bejna wî 1.80- 1.75 bu. Berbi me hatin û çek berbi me ve kişandin. 6-7 metre navbera me de hebû. Ez û Ferît reviyan. Dengê çekê hat min.  Min dît ku Ferît li erdê ketiye.

Piştî ifadeyê Ayemî kesê  navê M.K 38 sali teşhîs kir.

Li aliyê din der barê kuştina Gedîk û birîndarbûna 8 kesan de 22 kes hatin binçavkirin û piştî lêpirsîna wan sewqî edliyê hatin kirin.