YE û PE wê ji bo pêkanînên li dijî Tirkiyeyê li hev kom bibin

YE û PE ji bo pêkanînên li dijî dewleta Tirk ên ji ber êrîşên dagirkeriyê yên li dijî Rojava wê li hev kom bibin.

Alîkara Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê û Nûnera ji Têkiliyên Derve û Ewlekariyê Berpirsyar Federîca Mogherînî wê bi navê Yekîtiya Ewropayê sibe di civîna civata giştî ya Parlamenta Ewropayê de der barê tedbîr û biryarên pêkanînan ên li dijî dewleta Tirk parlamenteran agahdar bike.

Hate ragihandin ku partiyên li Parlamenta Ewropayê ji bo li ser metneke hevpar li hev bikin ji niha ve hevdîtinan dikin.

Civata giştî ya Parlamenta Ewropayê wê sibeha Çarşemê sê saetan bidome û tê gotin ku saziyên Yekîtiya Ewropayê, rayedarên Konsey û Komîsyona Yekîtiya Ewropayê ji bo helwesteke hevpar nîşan bidin ketine nava hewldanên berfireh.

Li gorî agahiyên ku me ji kûlîsên Parlamenta Ewropayê wergirtine dibe ku biryarên bi vî rengî bên wergirtin:

"Bê ragihandin ku hewldana rejîma Erdogan a ji bo bicihkirina penaberan li Rojava li dijî Peymana Penaberan a Cenevreyê ye, di serî de firotina çekan di mijarên aborî, bazirganiyê de pêkanîn li Tirkiyeyê bên ferzkirin, daxwaz bê kirin ku dewleta Tirk dawî li êrîşên xwe bîne û ji deverên Sûriyeyê yên dagir kiriye vekişe, sîstema rêveberiya xweser a li Rojava ji aliyê hêzên navneteweyî ve bê naskirin, li Rojava qadeke li firînê qedexe bê ragihandin, Hêzên Sûriyeya Demokratîk, Kurd, Suryanî di muzakereyan de hebin."

Piştî lihevkirinê tê payin ku Pêncşemê dengdan der barê mijarê bê kirin.