YE: Nakokî wê ziyanê bide Tirkiye
Nakokiyên di navbera Elmanya, Yekîtiya Ewropa (YE) û Tirkiyeyê de dewam dike, YE’yê hişyarî kir ku wê nakokî ‘Ne di berjewendiyên Tirkiyeyê de be’.
Nakokiyên di navbera Elmanya, Yekîtiya Ewropa (YE) û Tirkiyeyê de dewam dike, YE’yê hişyarî kir ku wê nakokî ‘Ne di berjewendiyên Tirkiyeyê de be’.
Piştî nakokiyên hefteya bihurî û vir ve bi Elmanyayê re dom dike û şûnde, li hemberî gotûbêj û ‘restên’ beramberî hev ku YE’yê jî ketiye nav, Komîsyona YE’yê daxuyaniyek da.
Ji berprisê firehkirina komîsyonê Komîser Johannes Hahn, hişyarî da ku nakokiyên di navbera Elmanya û Tirkiyeyê de dewam dike wê ‘Ne di berjewendiyên Enqerê de’ be.
Hahn ê ku ji rojnamevanan re axivî got: “Ez di wê firkrê de me ku Tirkiye van hemû sedeman fêm bike û van sedeman ber bi başbûnê ve bibe.” Hahn ev hişyarî da: “Dêvê bandorên van gotûbêjan ên li ser Tirkiyeyê jî neyên jibîrkirin.”
Johannes Hahn, têkildarî pêkanînên ekonmiyê yên Elmanya yên li ser Tirkiyeyê jî wiha got: “Ev wê bi awayekê ziyanê bide civak û aboriya Tirkiyeyê.”
Johannes Hahn û nûnerê bilind ê berpirsê karê derve yê YE’yê Federîca Mogherînî wê sibehê li gel Wezîrê Karê Derve yê Tirk Mevlu Çavûşoglû û Wezîrê Yekîtiya Ewropayê Omer Çelîk re bicivin.