Yê fermana gulereşandinê da ev leşker e?

Yê fermana gulereşandinê da ev leşker e?

Cenazeyê Kader Ortakaya ya 28 salî, ku dema dixwest bi komekê ji Pirsûsê biçe Kobanê li nava xaka Kobanê di encama gulereşandina leşkerên Tirk de jiyana xwe ji dest da, anîn Tirkiyeyê. Leşkerekî navê wî nehat zanîn ê ji sînorê gundê Boydê qada Ortakaya lê hat qetilkirin berpirsyar, di 25'ê Cotmehê de jî gule li 4 rojnamevanên Tirkiyeyî yên xwestin derbasî Kobanê bibin reşandibû, lê bi şens tiştek bi rojnamevanan nehatibû.

Bi armanca destekkirina berxwedana Kobanê duh komekê xwest ji bundê Boydê derbasî Kobanê bibe, lê di encama gulereşandina leşkerên Tirk de Kader Ortakaya ya gule li paş serî ket jiyana xwe ji dest dabû û gelek kes jî birîndar bûbûn.

Cenazeyê Kader Ortakaya îro ji Kobanê anîn Pirsûsê û niha tê lêkolînkirin ku kê fermana gulereşandina li koma derbasî xaka Rojava dibû, daye.

GULE LI ROJNAMEVANAN JÎ HATIBÛ REŞANDIN

Ji herêma gundê Boydê ya li ser sînorê Tirkiye-Kobanê, fermandarekî leşkeran ê ji Hatayê ku li gorî gotinên gundiyan berî niha bi demekê du Sûriyeyên xwestin derbasî Tirkiyeyê bibe kuştibû, berpirsyar e, lê navê wî nehat zanîn.

Di 25'ê Cotmehê de 4 rojnamevanên Tirkiyeyî yên xwestin derbasî Kobanê bibin, piştî ku têl rakirin û ji sînor derbas bûn, gule li wan hatibû reşandin. Li pêş çavê bi dehan rojnamevanên xwecihî û biyanî, bi fermana fermandarekî leşkeran gule li rojnamevanên derbasî xaka Rojava bûbû, hatibû reşandin.

Di gulereşandinê de rojnamevanan xwe li erdê dirêj kiribûn û bi vî rengî filitîbûn. Leşkeran dûre bombeya gazê jî avêtibû rojnamevanan, lê bi şensê tiştek bi wan nehatibû.