Komeleya li Dijî Komkujiya 37-38 ya Dêrsimê û Cemiyeta ji Nû ve Avakakirina Dêrsimê bertekek hişk nîşanî gotinên hinek parlementerên CHP’ê yên di derbarê Seyîd Riza de da û daxuyaniya “Li gel gelê me Seyîd Riza wijdana Dêrsimê ye û xwediyê îtibarek mezine. Yê bê îtîbar dijminê Kurdan CHP bixwe ye.”
Komeleya li Dijî Komkujiya 37-38 ya Dêrsimê û Cemiyeta ji Nû ve Avakirina Dêrsimê bertek nîşanî hewildanên hikumeta AKP’ê ku cudahiyê dixe navbera Zazakî-Kurmancî de û gotinên CHP’iyên li dijî Seyîd Riza da û hevpar daxuyaniyek dan: “Parlementerê CHP’ê yê Dêrsimê Huseyîn Aygun bi pêşniyazpirsek ya daye Meclîsa Tirkiyeyê û xwestiye îade-î îtabara Seyîd Riza bidinê. Lê belê Akîf Hamzaçebî got, ‘dibe ku li gel hinek kesên pirsgirêkên wan bi vîna avakirina komarê re îtîbara wî hebe, lê belê îtîbara wî li gel CHP’ê tuneye. Îadeya îtîbarekî tuneyî di rojeva CHP’ê de tuneye’. Destpêkê xwediyê pêşniyazpirsê Huseyîn Aygun bi gotinên weke, Seyîd Riza ne lîderê Dêrsimê ye, ew tenê lîderê eşîreta xwe ye, hewil dide Seyîd Riza li ber çavê gel bê îtîbar bike, her wiha ji bo wî îtîbar xwestin bê îtîbariya herî mezine. Ya bê îtîbar CHP bi xwe ye. Yê bê îtîbar CHP’e ya ku komkujiya Dêrsimê kiriye û Serokê Giştiyê yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû ye ku ji gelê Dêrsimê lêborîn nexwestiye. Komkujiya Dêrsimê ku weke ‘hêj ez nehatibûn cîhanê ev bûyere çêbibû’ dibîne. CHP ya ku 70.000 mirovên me bi awayek wehşî qetilkirin û Serokê wê yê niha ger bêje; ‘Bûyera Seyîd Riza anîna rojeva îro sûdê nake ti kesê da ez xwe tevlî bikim’. Çenda ku Dêrsim jiyan bike dê Seyîd Riza lîderê rêzdar û bi îtîbar yê gelê me be.”
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku, ew dê kesên hewil didin komkujiyê bi gelê Dêrsimê bidin ji bîrkirin û komkujiyê hewaleyî dîrokê dikin, mehkum bikin. Her wiha destnîşan kir ku, ew têgeha ku gelê Kurd bi Zazakî-Kurmancî ji hev cûda dikin jî berhemên heman ferasetê ne.