YDGK, YDG-H: Em serhildanê bilind bikin
YDGK, YDG-H: Em serhildanê bilind bikin
YDGK, YDG-H: Em serhildanê bilind bikin
YDGK, YDG-H daxuyaniyek da û bang li hemû ciwanên welatparêz ên Kurd û Tirk kir ku heta serkeftinê serhildanan bilind bikin û şoreşa xwe ava bikin.
YDGK û YDG-H’ê daxuyaniyek nivîskî da û diyar kir ku ew berxwedana ciwanên Kurdistanê, jin û hemû gelê Kurd silav dikin.
YDGK û YDG-H’ê di berdewamiya daxuyaniyê de diyar kir ku esasê parastina ku tê kirni ev e ku Kurdistanê ji hêzên mêtinger rizgar bikin û welatê azad ava bikin û wiha got: “Daxuyaniyên di demên dawî de tên kirin bi armanca şikandina serhildana gel û ji bo pêşî li ruhê berxwedanê bê girtin ev tê kirin.
Em hêzeke ku divê li her derê Kurdistanê li ber xwe bidin û parastinê bikene. Yanî em ciwanên Kurdistanê ne. Divê daxuyaniya Rêber Apo baş bê fêmkirin. Divê berxwedan her tim pêkan be. Di vê çarçoveyê de divê em parastina xwe bikin û gelê xwe û axa xwe biparêzin. Heta talîmateke Rêber Apo ya teqez tune be divê çalakiyên me bidomin. Her wiha di pêvajoya serhildanê de bi şewitandina dibistan, al û bustan re eleqeya wê bi me tune ye.
Lê çapemeniya alîgir bi zanebûn vê derdixe pêş û dixwaze serhildanan manîpule bike. Ev serhildan li gel van nûçeyên manîpulekirinê jî wê bilind bibe. Em serhildana gelê xwe pîroz dikin û heta bigihêje serkeftinê em ê di xizmeta gelê xwe de bin."