Yekîtiya Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê (YCWK) ku 17'ê Îlonê bi daxuyaniyekê damezrandina xwe ragihand, diyar kir ku hin çalakî kirine.
Li gorî daxuyaniyê;
"Li navçeya Artûklû ya Mêrdînê kamerayeke mobesse hate îmhakirin.
Li taxa Koyîçî ya Wanê li hemberî wesayiteke polîsan bi molotofan çalakî hatiye kirin.
Li navçeya Beyoglû ya Stenbolê li djiî bazirganên narkotîkê yên faşîst ên MHP'yî ku ji xwe re 'Boyûnlar' digotin, çalakî hatiye kirin.
Li taxa Kayapinar a Amedê hate tespîtkirin ku li dikaneke xurdeyan narkotîk tê firotin, li hemberî dikanê çalakî hate kirin."