YCWK’ê li dijî lojmanê polîsan çalakî lidar xist
Yekîtiya Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê (YCWK) ragihand ku li navçeya Yenîşehîrê ya Amedê li dijî lojmanên polîsan bi teqemeniya dest çêkirî (EYP) çalakiyek lidar xistine.
Yekîtiya Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê (YCWK) ragihand ku li navçeya Yenîşehîrê ya Amedê li dijî lojmanên polîsan bi teqemeniya dest çêkirî (EYP) çalakiyek lidar xistine.
Yekîtiya Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê (YCWK) di daxuyaniya xwe ya nivîskî de got, "Weke Yekîneyên YCWK'ê li dijî lojmanên ku gelek polîs lê dijîn li Taxa Yenîşehîrê ya Amedê me bi teqemeniyên dest çêkirî (EYP) çalakiyek lidar xist."
YCWK’ê di berdewamiyê de got, “Piştî çalakiyê yekîneyên me ji cihê bûyerê bêyî pirsgirêk vekişiyane. Piştî vekişînê hate hînbûn ku tax ji aliyê dijmin ve hatiye dorpêçkirin.”
Di daxuyaniyê de ev tişt jî hatin gotin, “Em ciwan fedaiyên Rêber Apo ne. Li dijî komploya li dijî Rêbertiya me, em ê her tim xwedî refleks bin. Em ê bi ruhê çalakgerên 'Hûn nikarin roja me tarî bikin' tevbigerin. Heta dawî li esareta fîzîkî ya Rêbertiya me neyê, em ê her der ji bo dijmin bikin dojeh. "