'Ya ku 30 sal berê li Helebçê hate kirin niha li Efrînê tê kirin'

KNK'ê qurbaniyên komkujiya Helebçeyê bi bîr anî û hişyarî da ku xeteriya komkujiyê li çar parçeyên Kurdistanê dewam dike. KNK'ê êrîşên li ser Efrînê bi bîr xist û got, mîna Helebçeyê heman tişt li ser Kurdan tê ferzkirin.

Îro salvegera 30. a komkujiya Helebçeyê ye ku roja 16'ê Adara sala 1988'an li bajarê Helebçe yê Başûrê Kurdistanê, ji ber bomberdûmana bi çekên kîmyewî û jehrdar ên rejîma Baas, di nava çend saetan de zêdeyî 5 hezar Kurd hatin kuştin û bi hezaran seqet man.

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi wesîleya salvegera komkujiya Heleçbeyê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Bombabarankirina Helepçeyê, yek ji zincîra tawanên siyaseta qirkirinê bi destê rejîma dagirker a Beasa Sedam li başûrê Kurdistanê bû, ku bi kîmyabarankirina deverên Behdînan, Balîsan, Qeredax û Şêxwesanan, bi rêya operasyonên Enfalan re destpêkiribûn. Ew jî bi merem û armanca jinavbirin û tinekirina gelê kurd û Kurdistanê bû."

DI NAVA 4 SALAN DE 182 HEZAR KURD KUŞTIN, 4 HEZAR GUND WÊRAN KIRIN

KNK'ê diyar kir, rejîma Beas dema ku li Iraqê bû desthilatdar ji roja ewil ve dest bi komkujî û asîmîlasyona Kurdan kir û wiha dewam kir: "Di serî de weke gurên har ketine giyanê Kurdên feylî û bi dehan hezar  kes kuştin û bi deh hezaran jî koçber kirin û heta niha jî çerenivîsa piraniya wan nexuya ye. Di destpêka salên heştêyan de 8 hezar  Barzanî  enfal û bi saxî binax kirin. Di nava 4 salan û bi navê operasyonên Enfalan, ji Germiyan heya Behdînan zêdetirê 182.000  xelkê sivîl û bê guneh mîna celebên pezî veguhastin sehrayên başûrê Iraqê û bi hovane kuştin. Zedetirî 4000 gundên Kurdistanê wêran kirin."

YA LI HELEBÇEYÊ HATE KIRIN YEK JI MÎNAKA HERÎ MEZIN A TAWANKARIYA SEDSALA 20'AN E

Konseya Rêveber a KNK'ê destnîşan kir, ku ya li Helebçeyê hate kirin yek ji mînakên herî mezinên tawankarî yên sedsala 20 e û got, "Di navbera çend saetan de nêzî 5000 hezar kes hatin kuştin û hezaran kes jî birîndar bûn. Bi vê ve Helepçe bû êş û birîneka mezin ya gelê Kurd.

Di sedsala derbasbûyî de gelek komkujiyên mezin li ser gelê me hatin kirin. Mixabin heya niha jî temamî komkujiyên li ser Kurdan hatine kirin wek jenosîd nehatine naskirin û li dadgehên navnetewehî nehatine darizandin. Bê guman hewldan û kar ji bo wek jenosîd nasandinê hatine kirin, lê mixabin tenê di çarçoveyên mirovî de hatine qebûl kirin û nebûne keysên siyasî."

XETERIYA KOMKUJIYAN LI ÇAR PARÇEYÊN KURDISTANÊ DEWAM DIKE

KNK'ê diyar kir ku divê her kes zanibe ku xeteriya komkujiyan li ser Kurdan derbas nebûne û got, "Kî çi dibêje bila bêje, ew xeterî li çar parçeyên Kurdistanê berdewame. Her duh bû li Şengalê civaka me ya Êzidî kuştin, hezaran mirov bi gorên komî de binaxkirin, bi hezaran zarok û jin revandin. Du sal pêş niha komkujiyeke mezin li Cizîra Bohta pêk hat. Niha jî operasyonên dewleta Tirk li deverên din ên Kurdistanê berdewamin û bi xwe re komkujiyan jî tîne. Eve 56 roj in bi hemî hêz û quweta xwe êrîşî Efrînê dike û komkujiyên nû pêk tîne. Bi berxwedaneke bê hempa ya hêzên YPG-YPJê, heta niha dewleta Tirk negihiştiye armanca xwe. Lê divê em bizanin, di 30. salvegera qetlîama Helebce de niha heman tişt di rojevê de ye."

JI BO HELEBÇEYÊN NÛ ÇÊNEBIN DIVÊ HÊZÊN SIYASÎ Û PARASTINÊ YÊN KURDISTANÎ BIBIN YEK

Konseya Rêveber a KNK'ê destnîşan kir ku ji bo pêşî li rûdana Helebçeyên nû bê girtin, divê hemû hêzên siyasî bibin tifaq û hêzên parastinê yên Kurdistanî bibin yek û bi hev re xwedî li Efrînê derkevin.

KNK'ê got, "Jinûve avakirin, başkirina îmkanên jiyanê, dermankirina birînên hemî deverên komkujiyan, enfal û tewanên din tê de hatin kirin, karekî me yê neteweyî, wijdanî û ehlaqî ye. Yek ji erkên neteweyî, wijdanî û ehlaqî jî avadankirina Helepçeyê ye û xweşkirina jiyana xelkê Helepçeyê ye. Xizmetguzariya ji bo xelkê Helepçeyê jî divê bi her awayî bê kirin. Helepçe divê ji her alî ve ava be. Bîranîna Helepçe û jenosîda Helepçeyê bila tenê di çarçoveya seremoniyal de nemîne û bi aktîvîte û xebatên sosyal, kulturî û hunerî ve divê herdem li bîr be.

Karesata trajîk ya Helebçê, li aliyê mirovî ve bû nasname ya mezlumiyeta Kurdan. Komkujî ya li Şengalê jî bi heman arasteyê da ber wê nasnameyê ve diçe. Li kêleka van nasnameyan berxwedan û lehengiya hêzên parastinê, bi taybetî berxwedana li Kobanê û niha jî berxwedana bê hempa ya Efrînê, yek çeperî û parastina hevpar ya hêzên Kurdistanî li dijî terora DAÎŞ ê, nasnameyek berxwdêr ava dike û ava jî kiriye. Ev cesaret û berxwedana Hêzên Parastinê li hember dagirkeran û terorê, herweha dengvedana wê li Cihanê, hêzeke mezin dide me û ji bo armancên me yên pîroz derîyên berfrehtir vedike.

Em Helebçeyê qet ji bîr nakin. Çawa me Dersim, Geliyê Zîlan, Serdeşt, Merîwan, Amûdê, Enfal bi giştî, Kurdên Feylî, Yarsan, Êzidî, Şingal, Roboskî û hemû komkujî yên din yên ku bi destê dagirkeran hatî serê gelê me ji bîr nekirin, em ê Cizîra Bohta û Helepçe jî ji bîr nekin.

Em carek din di şexsiyeta şehîdên Helepçe û Enfalan da hemî şehîdên Kurdistanê bîr tînin û bejna xwe li ber bîranîna wan ditewînîn."