Xwişka Koçak jî dest bi greva birçîbûnê kir

Mûstafa Koçak ê ku di rojiya mirinê de ye, xwişka wî Mîne Koçak ligel Sînan Yarbal û Mahîr Kiliç dest bi greva birçîbûnê kirin.

Mûstafa Koçak ê ku di Girtîgeha Tîpa F a Nimreya 1’emîn a Kiriklara Îzmîrê de ye ji bo bi adilane were darizandin dest bi rojiya mirinê kiribû. Koçak 286 roj in di çalakiyê de ye. Xwişka wî Mîne Koçak jî ji bo piştgiriyê li qada 50 metre dûrî girtîgehê, wê hefteyekê têkeve greva birçîbûnê. Sînan Yanbal û Mahîr Kiliç jî tevlî greva birçîbûnê bûn.

Mîne Koçak got ku “Ez ji birayê xwe serbilind im. Em dixwazin Mûstafa Koçak bi lezgînî were berdan.”