Xwişka Şiyar Xelîl: Divê saziyên navneteweyî bi rola xwe rabin

Li bajarê Nurnberg ê Elmanyayê, berxwedêrê greva birçîbûnê Şiyar Xelîl 41 roj in di grevê de ye. Xwişka wî Solîn Xelîl ji navçeya Dêrika Hemko ya Rojavayê Kurdistanê nameyek jê re şand.

Solîn Xelîl di nameya xwe de ya ji bo kekê xwe nivîsî, çalakgerên greva birçîbûnê hemû silav kir û bang li saziyên navneteweyî kir ku bêyî tiştek bi berxwedêran were, berpirsyariyên xwe bi cih bîne.

Solîn di nameya xwe de wiha dibêje: "Ez xwişka Şiyar im. Ji bajarê Dêrika Hemko yê Rojavayê Kurdistanê silavên xwe ji Şiyar û çalakgerên greva birçîbûnê hemûyan re dişînim. Her kesên ku daxwaza aştiyê û mafên mirovan dikin, divê piştgiriyê bide berxwedêrên greva birçîbûnê. Pêwîste bibin destek ji bo daxwazên çalakgerên greva birçîbûnê bi cih werin anîn û hevdîtin bi Serok Apo re bê kirin. Rewşa Leyla Guven û Nasir Yagiz giran dibe û li ber mirinê ne. Bang li civaka navneteweyî dikim. Li pêşberî daxwazên çalakgerên greva birçîbûnê bêdeng nemînin, xwedî lê derkevin. Em berxwedêrên greva birçîbûnê pîroz dikin."