Xwest pêşî li êşkencê bigire, hat binçavkirin

Xwest pêşî li êşkencê bigire, hat binçavkirin

Sekreterê Giştî yê berê yê ÎHD'ê Nejat Taştan, ji ber ku dest li êşkenceya polîsan a li nava kolanan li kesekî dikir werda, bi lêdanê hat binçavkirin.

Polîsên Tirk ên ku bi rojane li nava kolanan bi bombeyên gazê, fîşekên plastîk û ava şid êşkencê li gel dike, vê carê jî êrîşî parêzvanekî mafên mirovan ê dest li êşkencê werdan, kirin.

Êvara 12'ê Tîrmehê roja Înê, li kolana Cezayîr a Taksîmê Sekreterê Giştî yê berê yê ÎHD'ê Nejat Taştan dît ku polîs li nava kolanê êşkencê li kesekî dike û xwest pêşî li êşkencê bigire. Li ser vê yekê polîsan li wî jî dan û bi sûcdariya "li dijî polîs derketiye" hat binçavkirin. Taştan birin Muduriyeta Emniyetê ya Beyoglû û piştî lêpirsîna li dozgeriyê, serbest hat berdan.

Şaxê Stenbolê yê ÎHD'ê li ser mijarê daxuyaniyek da û got, "Polîsên ku bi imehan de Taksîm-Beyoglû û tevahiya welat wergerandiye girtîgeheke servekirî û êşkencexaneyê, bi awayekî berçav dijwariyê dike, çavan dirijîne, serî dişkîne, çeka di destê xwe de mîna pêlîstokekê bikar tîne, canê mirovan distîne û van hemû kiryaran dikin parçeyek ji jiyana me y a rojane. Weke parêzvanên mafên mirovan, emê her tim û li her derê li dijî van pêkanînên polîsan derkevin. Zext nikare me parêzvanên mafên mirovan bêdeng bikin."