Xweparastina zarok kir ku îstîsmarker bê girtin
Zilamekî bi navê Î.K. duh êvarê li mînîbusê dest dirêjî zarokekê kir. Piştî ku zarok xwe parastin, îstîsmarker hate binçavkirin.
Zilamekî bi navê Î.K. duh êvarê li mînîbusê dest dirêjî zarokekê kir. Piştî ku zarok xwe parastin, îstîsmarker hate binçavkirin.
Li navçeya Merama Konyayê, zilamekî bi navê Î.K. duh êvarê li mînîbusê dest dirêjî zarokekê kir. Zarok xwe parast û kir qîrînî. Li ser vê yekê, ajokarê mînîbusê wesayit sekinand û Î.K. peya kir. Rêwiyên di mînîbusê de xwest Î.K. linç bike. Polîsên hatin cihê bûyerê, Î.K. binçav kirin.
Li gorî agahiyan, wê Î.K. sewqî edliyeyê bê kirin.