Xwendevan li dijî destdirêjiyê meşiyan
Xwendevan li dijî destdirêjiyê meşiyan
Xwendevan li dijî destdirêjiyê meşiyan
Xwendekarên jin yên li zanîngeha Dîcleyê ya Amedê dixwînin diyar kirin ku ew dema riyên navbera kampusan de dimeşin rastî destdirêjiya gotin û fizîkî tên. Her wiha xwendekarên mêr jî piştgirî dan çalakiyê.
Xwendekarên jin û mêr yên li Zanîngeha Dîcleyê dixwînin bi armanca ku destdirêjiya di navbera riyên kampusan de li xwendekarên jin tên kirin, şermezar bikin hatin cem hev.
Kadriye Ozturk ku li ser navê xwandevanên li pêş Yurda Keça ya Ziya Gokalp kom bûyîn axivî, diyar kir ku 3 sale heman pirsgirêk dewam dikin, jin û keçikên xwendevan yên rastî tecawizê tên xwe dikujin nû hat diyar kir ku rayedarên zanîngehê jî li dijî vê bê dengin.
Ozturk wiha gotin: “ Xwandevanên keç di rêya ku dinavbera kampusên zankoyê û yurdan de rastî destdirêjiyê tên. Hevala me ya xwandevan ku di saetên şevê de dihate yurdê ji aliyê şeş kesan ve rastî destdirêjiya fîzîkî û gotinî hat. Sedemê negirtina ewlehiyê çiye? Dema ji bo van buyerên ku tê xwestin bêne veşartin û jibîrkirin her tişt tê kirin. Hevalên me yên ku rastî tacîz û destdirêjiyê tên dibêjin bila daxwazname binivîsin. Mantiqê ku piştî em rastî tacîz û destdirêjiyê hatîn binivîsîn çiye? Armance siyasî ya vê çalekiyê tine. Ji ber ku em tacîz û destdirêjiyê tînîn ser ziman bi sûcê siyaset kirinê tene sûcdar kirin. Ji kengê de tacîz bûye siyaset?”
Dûrişmên weke ‘Em naxwazin rastî tacîzê bên’, ‘Dijle ne razê li rûmeta xwe xwedî derkeve’, ‘Em rêveberê dirazê naxwazîn’ hatin berzkirin û piştî çalekiya nêzî 3 saetan berdewam kir xwandevanên keç çûn yurdên xwe û xwandevanên mêr jî li gel şopandina polîsan heya nava bajêr meşiyan