Nûçeya Lezgîn: Ji Rêber Apo banga dîrokî

Xwendekarên ODTU’yê serbest hatin berdan

Xwendekarên ODTU’yê serbest hatin berdan

Piştî ku Serokwezîrê Tirk Recep Tayîp Erdogan li Zanîngeha Teknîkî ya Rojhilata Navîn (ODTU) hate protesto kirin, 8 xwendekarên ku di serdegirtina malan de hatin binçavkirin û bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin, serbest hatin berdan.

Hefteya borî piştî ku li ODTU’yê peyka Gokturk-2 hate firêdan, xwendekaran Serokwezîrê Tirk Recep Tayîp Erdogan protesto kir, lê belê rastî êrîşa bombeyên gazê hatibûn. Piştî bûyerên bidirêjahiya rojê dom kirin, duh di ser malên xwendekaran de girtibûn û 10 xwendekar binçavkiribûn. Ji xwendekarên binçavkirî 2 piştî îfadeya li dozgeriyê serbest hatin berdan, 8’ê wan jî bi daxwaza girtinê sewqî dadgeha nobedar ya li Edliyeya Enqereyê kirin. Şeva din di demjimêrên dereng de xwendekar ji aliyê dadgehê ve serbest hatin berdan.

Xwendekarên serbest hatin berdan, ji aliyê hevalên wan yên xwendekar ku li baxçeyê dadgehê çaverêbûn bi slogana pêşwazî kirin. Piştre xwendekar bi slogana ji edliyeyê veqetiyan.