Xwendekarên Kurd rastî êrîşa faşîstan hatin
Xwendekarên Kurd rastî êrîşa faşîstan hatin
Xwendekarên Kurd rastî êrîşa faşîstan hatin
Xwendekarên kurd yên li Zanîngeha Uludagê dixwînin rastî êrîşa komeke faşîstan hatin û xwendekarê bi navê Fecrî Aydemîr bi kêrê giranî birîndar bû. Xwendekar Mehmet Curan yên ku rastî êrîşê hat jîg ot: “Bi taybet bi dema nû re xwendekarên kurd bi dema nû re, zêdetir rastî êrîşên faşîzan tên. Êrîşa dawî ya ku pêk hat jî parçeyekê vê ye.
Li Zanîngeha Uludag a Bursayê (UU) duh di saetên êvarê de komeke faşîstan êrîşê xwenekarên kurd kirin. Di encama êrîşê de xwendekar Fecrî Aydemîr bi kêrê bi giranî birîndar bû. Xwendekarê ku qeydê Fakulteya Hunerên Xweşikbû, ji aliyê xwendekarên ku tên gotin Ulkucîne, ve hate şopandin û kantîna zanîngehê de êrîşê kirinê. 3 xwendekar birîndar bûn. Xwendekar Mehmet Curan rastî êrîşê hat diyar kir ku hevalên wê yên beşa Hunerên Xweşik ji aliyê komê ve hatine şopandin û di kantîna dibistanê re gef lê xwarine. Curan wiha got: “Piştî me buher bihist em 5-6 heval çûn cem wan. Koma ulkucuyan ji 20 kesan pêk diaht. Bi kêr û daran êrîşê me kirin. Di dema êrîşê de j ime re digotin ku ‘Hun kurdên terorîst.’ Her wiha çêr l ime kirin.”
Di êrîşan de xwendekarê bi navê Fecrî Aydemîr bi giranî birîndar bûn û du xwendekarên din jî birînên wan sivik bûn.
Curan da zanîn ku piştî Aydemîr rakirine nexweşxaneyê ew jî çûnde ber nexweşxanê û got: “Li vir em bi komeke faşîst re rû bir û hatin. Polîsan j ime re got dê ev êrîşê web ikin. Ligel hemû hişyariyan, polîsan koma faşîstan belav nekir. Em 7-8 kes bûn. Ew 60 kes bûn. Ligel vê polîsan mudaxaleyê wan nekir. Piştî koma faşîstan êrîşê me kir em ketin Otela Holîday. Komê xwest bikevin Otelê jî. Li ser vê polîsan em xistin bin çavan. Em bigirin Midûriyeta Polîsan a Nîlufer. Piştre birin ya Osmangazî. Wan êrîşê me kir, lê polîsan em binçavkirin. Ji ber çalakî û bernameyên ku em tevli dibin me nas dikin û bi zanebûn me hedef digirin. Bi taybet ji bo ku pirsgirêka kurd ji nûve ketiye rojevê bi ser me de tên. Ev parçeyekê pêvajoyê ye.”
Her wiha hate hînbûn ku rewşa Fecrî aydemîr girane.