Xwendekarên kurd: Divê em bi koordîne bixebitin
Xwendekarên kurd: Divê em bi koordîne bixebitin
Xwendekarên kurd: Divê em bi koordîne bixebitin
Hefteya borî YXK'ê di Yekemîn Kongreya xwe de, di warê rêxistibûna xwendekarên kurd de demeke nû dan destpêkirin. Piştî kongreya ku Konfederasyona Xwendekarên kurdistanê avabû de, xwedenkar ji ANF’ê re axivîn û balkişandin ser tevgereke xwendekaran a kurd û xebateke bi koordînekirî.
Xwendekarên kurd yên li Almanya, Hollanda, Fransa, Avusturya, Belçîka û Îngîlîstanê dijîn di 18-19’ê Gulanê de li Kolnê 1’emîn Kongreya Yekitiya Xwendekarên Kurdistanê-YXK’ê pêk anîn. Kongre li Salona Zanîngeha Kolnê pêk hat û biryara avakirina Konfederesayona Xwendekarên Kurdistanê hatibû girtin.
Di kongreyê de hate diyar kirin ku li her welatî xwendekarên girêdayê konfederasyonê federasyona xwe ava bikin û di encamnameya kongreyê de jî wiha hat gotin: “Çawa YXK di 1991’ê de li dijî êrîşên îmha û înkarê yên li hemberî gelê kurd dihat meşandin, bû bersiv, dê îro j îli seranserê Ewropayê bi awayekî konfederal xwe rêxistin bike û li gorî pêvajoya rizgariya demokratîk dê rol û mîsyona ketiye ser milê wan bigire ser xwe.”
Konfederasyona YXK-Ewropayê di vê dema nû de bi taybet dê li Îngîlîstan, Hollanda, Iskandînavya û Swîsreyê giraniyê bide xebatan. Her wiha tevgera xwendekarên kurd hedef kirin ku ji bo kampanyaya ‘Ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyê siyasî re azadî û ji Kurdistanê re statu’ dê 200 hezar îmzeyê kom bikin. Her wiha dê giraniyê bidin xebatên siyasî jî. Xwendekarên du rojan tevli kongreyê bûn der barê dema nû de nêrînên xwe wiha vegotin:
Mehmet Tag (Xwendekarê beşa siyasî Munîh): Ev demek dirêj me amadekariya kongreyê dikir. Hinek astengî derketin. Ez demeke dirêje nava YXK’ê de cih digirim. Li seranserê Ewropayê kêmasiyên me çêbûn. Pergal hewaya ‘tu azadî, tu kesî’ diafirîne û ciwanan ji rêxistibûnê dur dixe. Li dijî bi tevgereke bi hêz ya ku em ava bikin êm pêşî li vê bigirin.
Dîlan Tîja ( xwendekara beşa aboriyê, Den Haag): Me pirsgirêkên xwe di kongreya Civaka azad de nîqaş kiribû. Me dîrok YXK û têkoşîna Huseyîn Çelebî li vir hîn kir. Em li Hollandayê zehmetiyan dikişînin ku ciwanan bînin cem hev. Ev du sale xebat li wir hene. Lê ji berk u rêxistibûna me li wir tune, ciwanên em di cihên de cih digirin. Ji ber vê divê em giraniyê bidin xebata wir.
Serhat Gurbuz (xwendekarê beşa aboriyê, Leuven): Me di vê kongreyê de gelek tişt hÎn kir. Mixabin rêxistibûna xwendekarên Ewropayê qelse. Me xwest em tecrubeyên wan bigirin. Hewcedariya me bi rêxistineke hêz heye. Lê xwendekarên Ewropayê bi asîmîlasyonê re rû bir û ne. Em dikarin bi rêxistibûne baş vê derbas bikin.
Jiyan Armanc (xwendekara beşa hiqûqê, Parîs): Di kongreyê de min daxwaza xebatek hevpar dît. Ev ez gelek kêfxweş kirim. Kurdistan di pêvajoyek dîrokî de derbas dibe. Ji ber roleke girîng dikeve ser milê YXK û xwendekarên kurd.