Șaxa Marburgê ya Yekîtiya Xwendekarên Kurdistan (YXK Marburg) doh bi Civata Gel a Marburgê re standa îmzeyan bi dirușima “Ji Ocalan re Azadî! Statû ji bo Kurdistan!” li qada navendî ya Rudolphsplatz a Marburga Almanyayê vekirin.
Ji bilî formên îmzeyan, belavok, kovar û pirtûk jî li ber standê hatin belav kirin. Standa bi wêneyê rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan hatî xemilandin rastî eleqeyek mezin hat. Çalakvanên Kurd, Tirk, Elman û Japonî rêwî li ser pêșveçûnên herî dawî yên li her çar beșên Kurdistanê diqewimin haydar kirin û belavok belav kirin.
Çalakvan bi rêwiyan re li ser xweseriya demokratîk û konfederalîzmê axifin. Giraniya çalakiyê li ser rewșa girtiyên di girêva birçîbûnê a bê dor û dorveger û tecrîda girankirî a li ser Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan bû.
Di çalakiya 8 demjimêran dom kir de zêdetirî 100 îmze di çarçoveya kampanya “Ji Ocalan re Azadî” hatin kom kirin. Çalakî di demjimêr 18’an de hat bi dawî kirin.
Ji ber serkeftina standê çalakvanan biryar dan heta Newrozê çalakiya xwe her hefte li Marburg û bajarên derdora wê bidomînin.