Xwendekarên ku li xezeba Erdoğan rast hatin têne binçavkirin

Piştî ku Serokkomarê Tirk Erdoğan gef li wan xwar, xwendekarên ku dagirkirina Efrînê şermezar kirin yek bi yek têne binçavkirin.

Komek ji faşîstan li ber Kuzey Piramit ê li Zanîngeha Boğaziçiyê maseyek danîn û gotin, "Em ji bo serketina Efrînê loqum belav dikin." Xwendekaran jî pankartek bi nivîsa "Loqumê dagirkeriyê nîne" vekirin û pêşî li faşîstan girtin. Lê belê Serokkomarê Tirk Erdoğan xwendekar kir hedef.

Piştî ku Erdoğan ew kir hedef, zexta li ser xwendekarên demokrat şoreşger zêde bûn.

Polîsên Tirk danê vê sibehê avêtin ser mal û wargehên xwendekarên Zanîngeha Boğaziçiyê û xwendekarekî Civata Fikrê Marksîst binçav kirin.

22'ê Adarê roja Pêncşemê jî polîsan avêtibûn ser malên xwendekaran û 6 xwendekar binçav kiribûn.