Xwendekarên Boğaziçiyê serî li ber zextên Erdoğan natewînin

Piştî ku Erdoğan xwendekarên Zanîngeha Boğaziçiyê kir hedef, operasyonên ji bo binçavkirina xwendekaran zêde bûn. Xwendekarên dijberên şer dibêjin, tevî êrîşan jî wê serê xwe netewînin.

Di dema dagirkirina Efrînê de li Zanîngeha Boğaziçi ya Stenbolê, komeke ji faşîstan xwestin, ji bo xatirê dagirkirinê loqum belav bike, lê xwendekarên zanîngehê bi gotina "Loqum û komkujî li hev nayê" pêşî li komê girtibûn. Li ser vê yekê Serokkomarê Tirk Tayyip Erdoğan gef li xwendekaran xwarin. Piştî gefên Erdoğan, roja 22'ê Adarê polîsan avêtin ser malên wan û xwendekar binçav kirin. Xwendekaran jî ev yek şermezar kirin, lê di dema xwepêşandana protestoyî de jî bû hedefa êrîşa polîsan û 7 xwendekar hatin binçavkirin. Duh jî bi giştî 5 xwendekar hatin binçavkirin.

Civata Nêrîna Marksist (MFT), Kolektîfên Xwendekaran, Kaldıraç, Ciwanên Nû yên demokrat, Ciwanên Partiya Tevgera Kedkar (EHP), Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) û nûnerên Însiyatîfa Xwendekaran li avahiya ÎHD'ê ya Stenbolê li ser binçavkirinan daxuyanî dan çapemeniyê û gotin, wê serê xwe li ber zordariya rejîma AKP'ê netewînin.

JI BO ÊRÎŞÎ BOĞAZIÇIYÊ BIKE JI XWE LI BAHANEYAN DIGERIYA

Xwendekara Zanîngeha Boğaiçiyê û endama MFT'ê Tilbe Akan diyar kir ku operasyon dewam dike û 4 ji 7 kesên hatine binçavkirin endamên MFT'ê ne. Akan da xuyakirin ku êrîşên li dijî zanîngeha wan ew matmayî nehiştine û got, "Du zanîngeh tenê hene ku sosyalîst lê dikarin bi rengekî vekirî bixebitin. ODTÜ û Boğaziçi. Ji ber vê yekê me li benda zext û zordariyê bûn. Ji meseleya Akademîsyenên ji bo Aştiyê û vir ve bal û hêrsa wan bi taybetî li ser Boğaziçi ye. Ji xwe li bahaneyekê digeriyan û provokasyona ku roja Duşemê rû da ji bo desthilatdariyê bû bahane. AKP bi bikaranîna şerê Efrînê re hewl dide aştîxwaz û sosyalîstan bitepisîne. Destûrê nade ku dengek li dijî şer derkeve, lê belê Zanîngeha Boğaziçi ne cihekî welê ye. Yek ji wan kêm cihan e ku hê dengê mûxalîf jê derdikeve. Ji ber vê yekê dixwazin bitepisînin."

'EM Ê TÊKOŞÎNA XWE BIDOMÎNIN'

Akan diyar kir AKP dike nake nikare mûxalefeta li hundir bi temamî bitepisîne û destnîşan kir ku ciwanên zanîngehê têkoşîna xwe didomînin, ev yek jî AKP'ê aciz dike. Tilbe Akan got, "Em ê ti carî ji rêya xwe venegerin. Em ê têkoşîna xwe bidomînin. Wê li vî welatî nikaribin şoreşgeran, sosyalîstan û dijberên şer biqedînin. Wê kes serî netewîne û berevajî daxwazên wan, em natirsin."