Xwendekaran komkujiya Roboskî protesto kirin
Xwendekaran komkujiya Roboskî protesto kirin
Xwendekaran komkujiya Roboskî protesto kirin
Di duwemîn salvegera komkujiya Roboskî de xwendekarên zanîngehên Edene, Wan, Colemêrgê, Entebê, Riha, Dêrsimê, Stenbolê, Melatya, Amed û Manîsa komkujiya Roboskî protesto kirin. Di daxuyaniyên ku di çalekiyan de hatin kirin wiha hat gotin: “Roboskî cihê dem lê radiweste û êş lê kûr dibe, emê ji bîr nekîn, efû nekîn.” Xwendekaran bi performansên cuda ku li darxistin bal kişandine ser komkujiya Roboskî.
EDENE: xwendekarên Zanîngeha Çukurova bi bûneya salvegera komkujiya Roboskî ku xwestin di nava salona zanîngehê de meşekê li darbixin li rexmê êrişa polîsan jî dîsan pêk anîn.
Piştî hevdîtinên demdirêj şûnde bi dirûşmeyên weke “Bijî serok Apo”, “Dewleta kujer wê hesab bide”, “dewleta kujer ji zanîngehan bi qewite” û “Şehîd namirin” heya Navendê meşiyan. Polîsan jî xwendekar gav bi gav şopandin. Piştî meşê jî xwendekaran ji bo cangoriyên tekoşîna azadiyê deqeyek rêzgirtin pêk anîn.
Piştî daxuyaniyan şûnde xwendekar derbazî herêma R1 bûn û çalekiyekî rûniştinê a dem kurt pêk anîn şûnde çalekiya xwe bi dawî kirin.
Wan: Bi pêşengiya Komeleya Xwendekarên Zanîngeha Yuzuncu Yilê (YODER) nêzî du hezar xwendekar komkujiya Roboskî di duwemîn salvegera wê de protesto kirin. Di çalekiya li vir de pankarta weke “Komkujiya Roboskî me ji bîr nekiriye û emê nedin jî bîr kirin jî” hat vekirin.
COLEMÊRG: Li Colemêrgê xwendekarên endamên Komeleya Colemêrgê (CODER) bi armanca bîranîna yên ku di komkujiya Roboskî de jiyana xwe ji dest dayîn ji avahiya komeleyê heya Şaredariya Colemêrgê meşiyan.
ENTEP: xwendekarên Zanîngeha Entepê bi bûneya salvegera komkujiya Roboskî daxuyaniyekî çapemeniyê pêk anîn. Bi sedan xwendekarên ku hatin gel hev pankarta “miriyên ku li ser pişta hêstiran hatin hilgirtin ger ez ji bîr bikim dilê min bisekine” vekirin û ketin meşê. Ciwanan ku tîşortên li ser “Roboskî ji bîr neke û nede ji bîrkirin” li xwe kirin di tevaya meşê de dirûşmeyên weke Şehîd namirin”, “Kurdistan wê bibe goristana faşîzmê”, “Li Roboskî, Geverê kujer dewlet” û “Dewleta kujer wê hesabê bide” qêr kirin.
Riha: Li Zanîngeha Harranê bi sedan xwendekar bi bûneya salvegera komkujiya Roboskî bi pêşengiya Komeleya Xwendekarên Harranê (HODER) 34 ciwanên kurd yên ku di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dayîn bi çalekiyekê bibîr anîn. Xwendekarên ku dest bi meşê kirin dirûşmeyên weke “Dewleta kujer wê hesab bide”, “Harran serhildane ji Roboskiyê re silave” û “Polîs simîtan bifiroşe bi rûmet bijî” qêr kirin.
Çalekiya xwendekaran piştî daxuyaniyê bi pêk anîna çalekiyekî rûniştinê şûnde bi dawî bû.
Li gelek bajarên din yên weke Amed, Manîsa, Dêrsim, Stenbol û Melatya xwendekaran bi bûneya duwemîn salvegera komkujiya Roboskî çalekî li dar xistin.