15 Xwendekarên li Zanîngeha Ondokuz Mayis a Samsunê (OMU) û 12 xwendekarên li Zanîngeha Kocatepe ya Afyonê (AKU) dixwînin derbarê wan de doz hatibû vekirin û îdianameyên wan temam bûn. Xwendekarên dê hefteya pêş derketin pêşberî dadger bi sûcdariya; “tevlî 1’ê Gulanê bûne, stranên kurdî gotine, dirûşmeyên kurdî qêriyane, bertek nîşanî girtina rojnamegerên kurd dane, tevlî Newrozê bûne, Halepçe bibîranîne û tevlî 8’ê Adarê bûne, tên sûcdarkirin..
Xwedekarên li OMU ya Samsunê dixwînin, Pinar Çelîk, Leyla Guler, Bariş Er, Sîbel Yilmaz, Mehmet Yasin Bîlecen, Cemîl Komî, Dogan Asî, Îbrahîm Etkî, Rûken Kanak, Ahmet Akgun, Yunus Taşdemîr, Mehmet Tahîr Gumuş, Firat Buyukfirat, Fidevs Yardak û Servet Aydin tevlî pîrozbahiyê 1’ê Gulanê bibûn. Xwendekaran beriya pîrozbahiyê panqarta ‘Bijî Yek Gulan’ û sirûda ‘Oremar, Herne Pêş’ xwendibûn. Bi hinceta propagandaya rêxistinê kirine doz li wan hat vekirin.
NÛÇE BÛNE FERMAN!
Serdozgeriya Komarê ya Samsunê îdianame amadekirin û bi tiştên wala hatiye çewisadin. Di îdianameyê de tê îdiakirin ku nûçeyên di 29’ê nîsana 2012’an de di ANF’ê de hatine weşandin yên bi ser navên ‘Ji Komîteya Kedkarên KCK’ê peyama 1’ê Gulanê’ û ‘PKK: Îsal dê 1’ê Gulanê bi hêztir be’ ji bo xwendekaran weke ferman bûye. Her wiha xwendina sirûda Oremar û Hernepêş jî wekê ku propagandaya rêxistinê kirine cih dane.
DAXUYANIYA ÇAPEMENIYA AZAD JÎ BÛ PROPAGANDAYA RÊXISTINÊ
Xwendekar Yunus Taşdemîr ku ji bo girtina rojnamegerên kurd daxuyanî da bû jî der barê wî de di îdianameyê de hat gotin ku di axaftinê de navên Mazlum Dogan û Kemal Pîr derbas dibe. Di îdianameyê de hat gotin ku Taştemîr bi gotinê; “Rojnamegerên azad ji ber ku rastiyê dibêjin hatine girtin. Gotinên edaletê tenê li ser tabeleyan mane. Ji mirin, sirgun û girtinan re rik û înad em dê pêl bi pêl bibin Denîz û bibin Kemal û dakevin kolan û qadan” weke propagandaya rêxistinê hat dîtin.
Ji bo xwendekarên jin jî pankarta ‘Heta jin azad nebe, civak azad nabe’ û stran û dirûşme têrî propagandaya rêxistinê kir. Di îdianameya ku der barê xwendekaran de hatiye amadekirin de fezleke û dîmenên polîsan amade kirine cih digirin. Rûniştina doza 14 xwendekaran di 14’ê Çile de li 3’emîn Dadgeha Cezaya Giran pêk tê.
DÎSA HEVDÎTINÊN TELEFONÊ
Xwendekarên li AKU dixwînin yên bi navê Unal Ozdag, Zelîha Yildizim, Muzaffer Aslankan, Mustafa Kef, Aşkin Yîgît, Ridvan Şahîn, Remzî Balik, Nurullah Tutal, Mutalîp Soran, Mehmet Salîh Oynak, Memet Baran Yavuz û Îhsan Aktaş bi hinceta enamê rêixstina çekdar û rêxistina çekdar avakirine doz lê hatin vekirin û di îdianameya wan de jî hat gotin ku xwendekar di avabûna DYG’ê de cih digirin. Xwendekarê bi navê Unal Ozdag jî bi îdiaya ‘Rêxistina çekdarî avakiriye an jî bi rêve dibe/ endamê rêxistina çekariya’ tê darizandin. Her wiha di îdianameyê de qeydên SMS û hevdîtinên telefonê weke delîl hatine nîşandan.
8’Ê ADARÊ,NEWROZ, BÎRANÎNA HELEPÇEYÊ SÛC E!
Di îdianmeya ku xwendekar tevlî pîrozbahiyên 8’ê Adarê ya navçeya Bolvadîn bûn de jî, nûçeyeke di 7’ê adara 2012’an de di ANF’ê de hatiye weşandin, dirûşmeyên kurdî û tirk yên di pîrozbahiyên 10’ê Adara 2012’an de hatin qêrîn û nûçeya şahiyê ya ku ji DÎHA’yê re hatiye şandin di nav delîlan de cih digire. Dîsa tevlibûna xwendekaran ya pîrozbahiya bîranîna Helepçeyê û tevlibûna Newrozê jî wekê sûc tên dîtin.
Her wiha di îdianameyê de tê gotin k udi serdegirtinên malên xwendekaran de pirtûk û kovarên hatine girtin de, navê 12 xwendekaran derbas bibû û yekemîn danişîna doza wan di 16’ê Çile de li 5’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Antalyayê pêk tê.