Xizmên windayan li aqûbeta Ebûbekir Aras pirsî

Xizmên windayan û Şaxa ÎHD’ê ya Amedê li aqûbeta Ebûbekir Aras pirsîn ê ku bi êşkenceya ceyranê hatî qetilkirin.

Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê û Xizmên Windayan di hefteya 492’yemîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” li dar xist. Çalakî li avahiya ÎHD’ê pêk hat û Xizmên Windayan, rêveber û endamên ÎHD’ê tev li bûn. Wêneyên xizmên xwe yên windakirî hatin hildan. Di çalakiya vê hefteyê de li aqûbeta Ebûbekîr Aras hate pirsîn ê ku di sala 1994’an de li navçeya Cizîrê ya Şirnexê di piştî ku hatibû destgîrkirin hatibû windakirin.

‘BÊHIQÛQÎ ÎRO JÎ DIDOME’

Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Abdullah Zeytûn axivî û got: “Li ser vê axê bi hezaran mirov hatin windakirin û hêj kujerên wan nehatine dîtin. Cînayetên pêk hatin di bin fermana hikumetên wê demê de pêk hat. Ji aliyê hêzên paramîlîter û JÎTEM’ê ve hatin kuştin. Hesabê van nehat pirsîn û îro jî ev bê hiqûqî dewam dike. Hesabê kuştinên salên 90’î yek jî jê nehat pirsîn. Pêwîst e edalet di dem û cihê xwe de pêk were.”

ÇÎROKA WÎ

Piştî Zeytûn, Endamê Komîsyona Windayan a Şaxa ÎHD’ê Orhan Orhan çîroka windakirina Ebubekîr Aras vegot. Orhan da zanîn ku Aras di 13’ê Tîrmeha 1994’an de ji hêzên ewlehiyê bi ser cihê lê dixebite destgîr dikin û dibin. Orhan di dewama çîrokê de behsa hûrguliyên windakirina Aras kir û û got: “Ebubekîr Aras bi êşkenceya ceyranê ya 5 kesan lê kiriye hatiye kuştin.” Orhan destnîşan kir ku her çiqas malbat lêgerîn pêk anî û serî li saziyên peywîndar da jî tu encam negirt û hêj agahî ji Aras nehatiye girtin.