Xizmên Windayan li aqûbeta Bîçîmlî pirsîn

Xizmên Windayan vê hefteyê li aqûbeta Ahmet Bîçîmlî yê li navçeya Farqînê ji aliyê Hîzbûlahiyan ve hate revandin û carekî din agahî jê nehate girtin pirsîn.

Xizmên Windayan û Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê, di hefteya 619’emîn de, çalakiya heftane ya “Bila winda bên dîtin û kujer werin darizandin” ji ber şewba vîrûsê û qedexeya derketina kolan bi onlînê li ser înternetê lidar xistin.

çalakiya vê heftê de, aqûbeta Ahmet Bîçîmlî (55) yê di 20’ê Îlona 1994’an de, dema ku ji gundê xwe Korîta diçû navçeya Faqînê ya Amedê, li derdora gundê Heremşeytanê endamên Hizbûllahê rêya wî birîn, bi zorê li wesayîtek spî sîwar kirin û revandin û carek din agahî jê nehat girtin, pirsîn.

Rêvebera Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Parêzer Gûrbet Yavûz çîroka Bîçîmlî xwend.

Yavûz, diyar kir ku Bîçîmlî bavê 7 zarokan bû û wiha got: “Bîçîmlî zewîcî bû di sala 1994’an de, gelek caran gef lê hatin xwarin. Bîçîmlî di 20’ê Îlona 1994’an de, dema ku ji gundê xwe Korîta diçû navçeya Faqînê ya Amedê, li derdora gundê Heremşeytanê endamên Hizbûllahê rêya wî birîn, bi zorê li wesayîtek spî sîwar kirin û revandin. Şivanên wê rojê bûn şahide bûyerê, tiştên dîtibûn înkar kirin û nexwestin şahidiyê bikin.”

Yavûz, da zanîn ku endamên malbatê piştî windabûna Bîçîmlî dest bi lêgerîna wî dikin û wiha pêde çû: “Hevjîna Bîçîmlî bi lawaên xwere diçin Qereqola Eskerî ya Farqînê û pirsa aqûbeta wî dikin. Lê ji qereqolê tu agahiyan bi dest naxwin. Li gel hemû hewldanên lêgerîna malbatê jî tu agahî ji Bîçîmlî nayê girtin.”

Yavûz, dest nîşan kir ku malbata Bîçîmlî, piştî revandina Bîçîmlî 3 salan diçe li Êlihê bi cih dibe û wiha bi dawî kir: “Malbata Ahmet piştî revandina wî, neçar dimîne ku hemû heywanên xwe bi erzanî bifiroşin û li Êlihê bi cih bibe. Malbatê serî li hemû saziyên dewletê da, lê hemû hewldana wan bêencam ma. Ji wê roj û şûnde bi tu awayî agahî ji Bîçîmlî nehat girtin.”