Xizmên girtiyan: Em nikarin agahiyan ji girtîgeha Xerpêtê bigirin

Parlamenterên HDP'ê, têkildarî rewşa Girtîgeha Xerpêtê li Navenda HDP'ê civîna çapemeniyê li dar xist. Parlamenteran diyar kirin ku têkiliya girtiyên Girtîgeha Xerpêtê ya bi derve re qut bûye û malbat 4 meh in nikarin agahiyê ji girtiyan werbigirin.

Parlamenterên HDP'ê Aycan Îrmez, Îbrahim Ayhan ve Mehmet Emin Adiyaman, têkildarî zextên li ser Girtîgeha Xerpêtê pêk tên, li Navenda Giştî ya HDP'e civîna çapemeniyê li dar xistin. Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Aycan Îrmez, diyar kir ku 6 girtiyên li Xerpêtê ji 1'ê Mijdara 2017’an heta niha ketine greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger. Îrmez destnîşan kir ku ger bûyerek neyînî pêk bê berpirsiyarê vê yekê Wezareta Dadê ye. Îrmez, anî ziman ku têkiliya girtiyan a bi derve re hatiye qutkirin û wiha got: "Zextên li ser girtiyan gelek zêde bûye. Bi taybetî li Girtîgeha Xerpêtê di demên dawî de binpêkirina mafên mirovan gelek zêde bûye. Li qawîşa Jinan a Girtîgehae Tîpa T a Xerpêtê binpêkirina mafan pir zêde bûye. Mixabin hemû mafê girtiyan ê ragihandinê di dema dawî de ji destê wan hatiye girtin. Têkiliya girtiyan û derve bi tevahî ji hev hatiye qutkirin. Tu têkila wan û derve bi hevre nayê kirin. 3 mehên dawî girtî bi tu awayî nikarin bi derve re têkiliyê deynin. 6 girtî ji 1'ê Mijdarê û virde li dijî binpêkirinên mafan bi armanca vê bê hiqûqî û binpêkirinê şermezar bikin ketine greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger. Çalakiya 6 girtiyan a greva birçîbûnê didome. Heta 1'ê Mijdare ev hejmar 10 kes bûn. Lê ji ber şertên tendurisityê niha 6 kes çalakiyê berdewam dikin.

Îrmez, anî ziman ku wekî heyeta HDP'ê di 16'ê Mijdarê de girtîgeh ziyaret kirine û got: "Lê mixabin piştî hevditina bi rayedaran re tu guhertin çênebû. Me bi midûr û dozger re hevdîtin kir. Lê mixabin heta niha tu gav nehatiye avêtin. Me bi xwe bi Wezareta Dadê re hevdîtin kir. Me dît ku ji bo wan qîmeta can li wir tune ye. Ger ku tiştekî neyînî pêk bê, Wezareta Dadê berpirsiyarê vê yekê ye.

Nîhat Îldan ê kurê wî li Girtîgeha Xerpêtê girtî ye jî daxuyanî da û wiha got: "Li girtîgehê êşkence didome. Kurê min carekê 42 rojan di odeya bi sînger de hat girtin. Car caran qedexeyên telefonan dihat kirin. Lê 4 meh in bi tu awayî nikarim agahiyan ji kurê xwe bistînim. Ne bi riya telefonan ne jî bi nameyan em nikarin agahiyê ji kurê xwe bistînin.

OK: XERPÊT KIRINE HERÊMA PÎLOT

Satiye Ok a birayê wê li Girtîgeha Xerpêtê ye jî axivî û wiha got: “Îktîdara AKP'ê piştî hewldana darbeyê zext li ser girtîgehan zêde kir. Ji jinan ve dest pê dike û polîtîkayên xwe dixe meriyetê. Girtîgeha Xerpêtê wek herêma pîlot destnîşan kirine. 3, 4 mehin agahî tune. Girtî tecrîdê di nava tecrîdê de dijîn. Mînaka vê yekê odeya bi sînger e. Xwişka min dema sirgûn kirin di lêgerîna tazî re darbas kirin. Ji ber ku ev yek qebûl nekir rastî ceza hat. Ji her tiştê neyînî Wezarta Dadê û Midûriyeta Girtîgeha Tîpa T’yê ya Xerpêtê berpirsiyar e.

Parlamenterê HDP'ê yê Îdirê Mehmet Emin Adiyaman  jî anî ziman ku tecrîda li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê tê meşandin li ser hemû girtîgehên din tê sepandin û deshilatdarî dixwaze li her girtîgehê vî tiştî bike. Adiyaman bang kir ku bila tu kes li hemberî van pêkanînan bêdeng nemîne.