Xizmên derbekara dewlemendên emlakê ne

Xizmên derbekara dewlemendên emlakê ne

Di lêkolînên li ser dewlemendiya derbekarên 12’ê Îlonê û xizmên wan hatiye kirin, tiştên ecêb derketin holê. Li gorî rapora ji aliyê Saziya Lêkolîna Sûcên Malî ve hatiye amadekirin, xizmên generalên derbeya 12’ê Îlonê pêkaniyin dewlemendên emlakê ne.

Derket holê ku kurê Fermandarê Hêzên Bejahî yê demê Nurettîn Ersîn, Oktay Ersîn li Gokçebel ya Bodrûmê xwediyê 29 blok û avahiyên ji 169 beşên serbixwe ye, zavayê Evren, Erkan Gurvît jî li Sariyera Stenbolê xwediyê apartmanên 41 blokî û eraziye, her wiha li Şîşliyê jî rezîdans heye.

Encamên di raporê de derketin evin:

Zavayê Kenan Evren yê bi keça wî Mîray Emîne Evren re zewicî Maksût Suleyman Goksu: li Çankaya Enqereyê 3 avahiyên kargir yên betonarme û bimuşterek, li Erziromê erse, li Gulbaşi Ýncek ya Enqereyê 4 erse, Karapelîta Hatayê 10 erse, li Îskenderûnê 7 erse, li Marmarîs Turunçê jî erse.

Zavayê din yê Evren, Erkan Gurvît: li Sariyera Stenbolê apartmanê kargir yê 41 blokî û erse, li Şîşliyê jî rezîdans.

Kurê Fermandarê Hêzên Hewayî Şahînkaya, Serdar Şahînkaya: li Kadîkoya Stenbolê daîre, hevjînê keça Şahînkaya, Sema Şahînkaya Mustefa Cemîl kartal li Gebzeyê kargeha keresteyê, li Çîftlîkoya Yalovayê 90 avahiyên betonarme dubleks û 3 kargehên betonarme yên yek qat, kafeterya û erse.

Kurê Fermandarê Hêzên Bejahî yê demê Nurettîn Ersîn, Oktay Ersîn li Aynarciya Çankayayê apartmana kargir, li Gokçebela Bodrûmê 29 blok, 169 avahî, li Karakaya Bodrûmê mala kargir ya bihewş.

Bûka Ersîn, Gulten Julîde Ersîn li semta Çayyolu ya Enqereyê apartmanên ji 14 blokan pêktê, bûka berê ya Ersîn li Bebek ya Beşîktaşa Stenbolê apartmana 4 qat, 13 mesken û bibaxçe, li Beyogluya Stnbolê apartmana kargir ya 6 qat û 9 daîre.

Bûka Osman Sedan Celasun, Fusun Celasun: li Çankaya Enqereyê apartmana 5 qat, 224 daîre û ji 28 blokan pêktê.