Xiristiyanên Iraqê yekîneyên parastina xweser ava dikin

Xiristiyanên Iraqê yekîneyên parastina xweser ava dikin

Xiristiyanên Iraqê ku li Iraqê di bin tehdîda DAIŞ’ê de ne, ji bo parastina xwe ketin rêxistibûnê. Asuriyên ku di xeta şer a DAIŞ û Pêşmergeyan de cih digirin bi derfetên xwe bi çekên girtine parastina xwe dikin.

Xiristiyanên li bajaroka Alqoş a nêzî bajarê Duhokê dijîn ji bo parastina xwe bikin xwe rêxistin dikin. Radyoya Dengê Elman (DW) li bajaroka Alqoş Asuriyên çek girtine di cih de şopand.

Li Tel Îskof a nêzî Alqoşê, tenê nuqteya kontrolê ya pêşmergeyan heye. Di rewşa ku êrîşek pêk bê de ewlehiya bajarokê dîsa ji gel re dimîne. Tevgera Demokratîk a Asurî jî li dijî îhtîmala ku di êrîşê de Peşmerge vekişin bi derfetên xwe çekan didin gel.

2 HEZAR KES JI BO ŞER AMADE NE

Hejmara şervanên ku bi pêşengiya Tevgera Demokratîk a Asurî de tên rêxistinkirin ji niha ve nêzî sedî heye û hejmara dildaran jî nêzî 2 hezarî ye. Li gel hewldanên Tevgera Demokratîk a Asuriyan, Asurî bi xwe jî pêwîstiya xwe ya çekan çareser dikin. Asuriyên bi armanca axa xwe ji DAIŞ’ê biparêzin, amade ne.

Yekîneyên girêdayî tevgera Asurî li navçeya Alqoş û derdora wê dewriyê digerin û bi şev jî nobetê digirin.

BI KESÎ BAWER NAKIN

Peywirdarê Dêra Saînt George, Wadah Sabîh ji DW’ê re axivî û got: “Di 2003’an hejmara Xiristiyanên Iraqê nêzî milyonek û nîv bû. Îro nêzî 400 hezarî ye. Artêşa Iraqê jî li dijî DAIŞ’ê bê bandor maye. Zehmetek e ku em jî li dijî DAIŞ’ê bimînin.

Nûnerê Tevgera Demokratîk a Asurî Yakup Yago jî got ku piştî êrîşên DAIŞ’ê yên li hember Şengalê yekîneyên parastina xwe ava kirine û ji bo Êzîdiyan dema mijar dibe parastin li Sîncarê bi kesî bawer nakin.

Siyasetmedarên Xiristiyan jî ji DW’ê re axivîn û diyar kir li gel Xiristiyanan, Êzîdî jî xwe diparêzin û ji bo gel xwe li dijî DAIŞ’ê biparêze divê perwerdeya leşkerî çekan û koordîneyê bibînin.