Xerîb: Li Bakurê Sûriyeyê gavên dîrokî tên avêtin

Diyar Xerîb: Çawa ku şoreşa Fransa ji bo azadiya gelan û pêşxistina sîstema komun li tevahiya cîhanê rolek lîst, şoreşa Rojava wê roleke girîng di çareserkirina pirsgirêka Sûrî û Rojhilata Navîn de bilîze.

Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Diyar Xerîb tevlî bernameya taybet a Ronahî TV bû û li ser sîstema federal a demokratîk û girîngiya wê bersiv da pirsên Dîcle Îto.

Xerîb, sîstema federal a li Bakurê Sûrî pêş dikeveû bandora wê li ser krîza Sûrî, girîngiya federasyona bakurê Sûriyê ji bo her çar parçeyên Kurdistanê nirxand.

Xerîb diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd û KCK'ê ji bo demokretîzekirina Sûriyê gelek caran bi hikumeta  Sûrî re nerînên xwe parve kirin.

BI HILWEŞANDINA YEKÎTIYA SOWYETÊ SEDSALA 20'EMÎN QEDIYA

Diyar Xerîb got ku serdema netewe dewletê xelas bûye û wiha dewam kir:  "Dema Yekîtiya Sowyêtê hilweşiya wê demê sîstema sedsala 20'êmin qediya. Sîstema sedsala 20'êmin netewe dewlet bû. Bi şerê cîhanê yekemîn û dûyemîn de hatîbû formîlekirin û bibû modelek. Niha sîstema netewedewlet dema xwe derbas kiriye. Êdî mirovatî pêvajoyekî nû re rû bi rû ye. Di vê pêvajoyê de dibe şer mezintir bibe. Ev şer wê ne wek şerê cihanê yekemîn û dûyemîn be û karakterê xwe guhert.  Şerê cîhanê sêyemîn nêzî 15 sal in li Rojhilata Navîn didome. Hêzên desthilatdar di destpêka şerê cîhanê ê sêyemînde bi şerê wekaletê şerê xwe didan meşandin, lê belê niha ev şer karekterê xwe dide guhertin û bi awayekî rasterast ev hêz dikevin nav şeran. Hezên desthilatdar hewl didin ku bi zirareke herî kêm qeyranê derbas bikin û encameke li gorî berjewendiyên xwe bigrin dest."

'DI SEDSALA 21'EMÎN DE PÊWISTÎ BI GUHARTINA NETEWDEWLETÊ HEYE'

Xerîb di berdewamiya axaftina xwe de got şerê cîhanê sêyemîn xwe di Rojhilata Navîn de navend kiriye,  bi taybet jî ev şer di Sûriyê û Îraq ê de kûrtir bûye û  wiha pê de çû; "Diyare ku ev şer zû bi zû xelas nabe. Ji ber vê divê hemû gelên herêmê xwe li gorî vî şerî amede bikin. Niha hêza DAIŞ bi gelemperî di Sûrî de hate şikandin. Di Îraqê de hebûna çeteyên DAIŞ'ê hîna jî li hindek deveran heye. Di hin cîhan de jî tênê paqijkirin. 

Dibe ku şerê germ di hundirê çend salan de  biqede lê belê dîzaynkirina sîsteman wê bidome. Weke me di nirxandinên xwe yên jorîn de da got, netewe dewlet dema xwe derbas kiriye û ji berjewendiyên desthilatdaran û gelên li herêmê re nabe bersiv, ji ber vê yekê sedsala 21'êmin wê sîstemekî nû bi xwe re bine ." 

'SEDSALA 21'EMÛN SEDSALA TÊKOŞÎNA JINÊN AZADÎXWAZ E'

Endamê Konseya Serokatî Giştî a KCK Diyar Xerib, "Rebêr Apo sedsala 21'êmin bi sed sala têkoşîna jinan û ekolojiyê dinirxîne. Ji bo sîstemeke demokrat di sedsala 21'min derkeve pêş.  Encax  ev yek bi têkoşîna jina azadîxwaz re pêkan e. Ev karekter karekterekî demokrat û xizmet kirinê ye. Bingêha xwe ji parve kirinê digire. Karektera desthilatdariya zilam her tiştî ji bo xwe dixwaze. Sistema dewlet sîstemeke wiha ye. Her tiştî ji bo xwe dixwaze. Karektera dayîkê berovajî vê yekê ye û her tişt ji bo derdorê ye. Li ser vî bingehî jî Rebêr Apo karaktera sedsala 21'êmin bi karektera jin û dayîk bi nav dike."

'PROJEYA BAKURÊ SÛRIYÊ WÊ JI HEMÛ SÛRÎ RE BIBE MÎNAK'

Xerîb got "Sistema netewe dewletê têk çûye. Ji ber vê yekê pêwistî bi çareserî û formekî nû heye. Rebêr Apo vê formê bi sîstema Federesyona Demokratîk an jî bi Rêveberiya Demokratîk bi nav dike. Îro li Rojava û Bakurê Sûrî sîsteme Federasyona demokratîk peş dikeve. Bingehê xwe jî fikir û felsefeya Rêber Apo digire. Em bi hêvî ne ku ev proje ya ku li Bakûrê Sûriyê pêş dikeve ji bo tevahî Kurdistanê û tevahî Sûrî re bibe mînakek."

Xerîb  bi domdarî wiha got, " Rojavayê Kurdistanê nûnertiya beşekî serekey ê civaka Kurdistanê dike û wiha pê de çû, ''Sistema ku niha li Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûrî de peşdikeve em wek tevger ji nêz ve dişopînin. Em wek tevgereke azadîxwaz ê Rojhilata Navîn, pirsgirêkên ku Rojhilata Navîn ji pirsgirên diqewimin xwe berpirsyar dibînin. Gelên Sûrî beşekî sereke gelên Rojhilata Navîn in. Her dem me xwestiye bi pirojeyên xwe kirîza Sûrî ra bibin alîkar. Piştî sala 2011'an hewldanên me di vî warî de çêbûn. Dîsa Rêber Apo 19 salan li Sûrî û Rojava yê Kurdistan tekoşîneke mezin daye meşandin û kedek wî jî ê pir mezin heye. Ji ber vê yekê mafê Serokatî li ser gelê Sûrî heye di heman demê de mafê vî gelî jî li ser tevgera me heye."

'FERASETA LI DIJÎ DEMOKRASIYÊ REWŞA SÛRIYÊ XIRAB KIR'

Xerîb bi domdarî got: "Em dixwazin ku roj bi roj rewşa Sûrî baştir bibe û ber bi zelalbûyînekê ve biçe. Lê belê mixabin rexmî hewldan û nerînên me, hikûmeta Sûrî gavên demokratîk neavêt û rewş her çû xirabtir bû. Ev feraseta dijî demokratîkbûna Sûrî hişt ku gelek hêz mudexleyê Sûriya bikin. Em wek hêzeke aştîxwaz ji bo gelê Sûrî bi hêvî ne ku bi fikir û projeyên xwe bibin desteke ji Sûriya û Rojava Kurdistanê da ku gûhertineke erenî çêbibe.

Di roja me ya îro de projeya ku li bakûrê Sûriyê pêş dikeve bi paradigma Rêberê gelê Kurd birêz Abdûllah Ocalan pêş dikeve. Em di vê baweriyê de ne ku ji bo Sûriyê bi giştî û bi taybet ji bo Bakurê Sûriyê wê çareserî û aştiyê bi xwe re bîne. ''

'HELWESTA DIJÎ PARADÎGMAYA OCALAN ÎFLASA PARTIYAN E'

Xerîb, teqez kir ku projeya li Bakurê Sûriyê pêşdikeve projeyekî yek partiyê nîne ji ber ku ev proje bi paradgmaya Rêberê Gelê Kurd Ocalan pêşdikeve û wiha pêde çû; " Dibe ku PYD niha partiya herî aktîf be. Ev yek rewşekî asayi ye, nayê wateya ku Rojava de her tişt PYD ye ango, civakek tek tîp bi destê PYD'ê tê avakirin e. Eger partî û derdorên ku vê yekê îdîa dikin ne bi partiyên  neyar re bin dikarin biçin lêkolîn bikin. Bi rastî Rojavayê Kurdistan di şexsê PYD'ê de xwe bi navend kirî ye an rewşa tê jiyîn berovajî vê yekê ye? Li gor min dervamayîna partiya demokratî Kurdistanî Sûrî û Yekîtî, ew e ku sîstema heyî ji binî ve qebûl nakin. 

Divê ku civaka Rojavayê Kurdistanê vê yekê ji partiyên ku bê paradîgmaya sîstema xweser a li Rojava Kurdistanê tê meşandin nas bikin û kampanyayeke reşkirinê destpê dikin hesap were pirsîn, ji ber ev sîstem bi fedekarî û qurbanî bi pêş ketiye. 

Xerîb bang li partiyên ku li dervayî sîstema rêveberiya xweser mane kir û got, "Li xwe vegerin û helwesta xwe biguherînin. Eger bi vî awayî dewam bikin, marjînalbûyîn û îflas wê qedera wan be."

'ROJAVAYÊ KURDISTANÊ REXMÎ ÊRÎŞÊN HEYÎ XWE BI HÊZ DIKE'

Endamê Konseya Serokatiya Giştî a KCK behsa astengiyên ku  li pêş Rojava kir û wiha got;

"Tecrûbeya rêveberiya xweseriya demokratîk li seran serî 6 salên derbasbûyî de ev bû ku bi ambargoyek girankirî  ya ji aliyê rêjima Sûriyê, Tirkiye û rêveberiya Başûrê Kurdistanê re hevrû bû. Ev yek rewşa Rojavayê Kurdistanê girantir kir. Lê belê civaka Rojavayê Kurdistanê rexmî dorpêçan, li hember siyaseta teslîm girtinê berxwedaniyek mezin  kir. Her çendîn kêm û kûrtiyên Rêveberiya Rojavayê Kurdistanê hebûn û wê hebin jî ya gîrîng ew e ku pêşengên Rojava pişta xwe dane gelê xwe. Hêvî ji hêzeke derva nekirin. Piştgîrî ji bo gelê xwe xwestin lê belê hêz û îrade ji civaka xwe girtin. Xwe sipartina civaka xwe, hişt ku Rojavayê Kurdistanê li hember her cûre êrîşên li dijî hebûna wê bisekine û sîstema xwe bihêz bike."   

LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ BANDORA DERVE..

"Li Başûrê Kurdistanê 26 sal in tecrûbeyek tê jiyîn. Di sala 1991'an de Başûrê Kurdistanê raperîn hate lidarxistin ji wê demê û heya 2014'an rastî ti êrîşê û xeteriyekê nehatiye. Dîsa Başûrê Kurdistanê di milê aborî û gelêk aliyan din ê jiyanê de piştgiriya hêzên derve digre. Li gorî piştgiriya derva jî qeyranek li Başûrê Kurdistanê tê jiyan. Parlemento bê fonksiyon maye. Civaka başûr bi birçîbûyîn û bê karî re rû bi rû maye. Lê belê Rojavayê  Kurdistanê bi çirûska şoreşa 19'ê Tîrmehê heta niha li gor nûbûyîna tecrûbeya rêveberiya xweseriya demokratîk ya ku tê jiyan gavên gîrîng avêt. Ev saleke gav ber bi federasyona  Bakûrê Sûriyê ve tê avêtin û bingêha vê ava dike. Rexmî dorpêça heyî û êrîşên rojane ku Rojavayê Kurdistanê pê re e rû bi rû ma jî, xwe bi  rêxistin kir û debara xwe pêk anî. Ev rewşeke wiha ye  ku divê em baş binirxînin. Eger mirov bi çavekî rexnegirê nêzî tecrûbeya başûrê Kurdistanê bibe divê li ser vî esasî be. 

Li gor min faktorên herî sereke ku hişt ezmûna başûrê Kurdistan di nav qeyranekî darayî û siyasî re derbas bibe ew e ku Başûrê Kurdistanê nû nû dixwaze bi rêbaza sedsala 20'an xwe bi rêve bibe. Ev yek jî bi xislêta şerê cihanê yê sêyem re dikeve nav nakokiyekê. Ji ber her şerekî cihanê bi xwe re sîstemekî nû ava dike û ya kevin diruxîne. Niha dixwazin referandûm pêşxin bi navê  'serxwabûnê' dixwazin dewlet avabikin. Em tev dizanin ku sîstema netewe dewlet li tevahî dinyayê tê derbas dibe. Ji ber netewe dewlet ji dermanekî Expayerit ku dema wê xilas bûye, ne baştir e. Lê belê rêveberî, pêşeng û siyasetmendarên Başûrê Kurdistanê ne bi giştî be jî dixwazin vê sîstemê ku dema wê derbas bûye pêşxin. Mixabin eger ev sîstem ji bo pisgirêkên cihanê çareseriyek pêş bixista wê demê ewqas dinya yê krîz nedijî.

Sedema dûyemin ku hişt ev qeyran bi hemî aliyên xwe kûr bibe ew e ku rêveberiya Başûrê Kurdistanê pişta xwe nade gelê xwe. Bendewariyên xwe her ji derva kir. Li şûna ku jêrxaneke ango, bingehekî civaka xwe ava bikira; xwe bi firmeyên sermayeder û dewletên mîna Tirkiye, Îran, Emerîka û Rûsya re xwe girêda ye. Mixabin di 25 salan de dikarîbû ji hemû aliyê jiyana îqtîsadî, civakî, çandî û siyasî ava bikira. Başûrê Kurdistanê bi dewlemendiya ya çandinî û enerjiya xwe tê nasîn. Eger ev yek bi civaka xwe re pêş bixista, bê ku li benda derva bûya wê niha hemû pêwistiyên xwe bi cih bikira û wê hêzên derva mûxtacî Başurê Kurdistanê bûya." 

Endamê seroketiya giştî da zanîn ku modela li bakûrê Sûriyê bi pêş dikeve wê rengvedanek erenî li ser her 4 parçeyên Kurdistanê bike.

'EM BEHSA SÎSTEMEKE WIHA DIKIN KU JI BO TEVAHIYA ROJHILATA NAVÎN E'

Xerîb da diyar kirin ku nûnertiya Rojavayê Kurdistanê di federesyona civakî ya Kurdistanê de, sibe rojê de wê hebe û got "Bêguman em behsa sîstemekî ji bo tevahî Rojhilata Navîn dikin.  Eger Rojavayê Kurdistanê  xweseriya xwe di nav federesyona Bakûrê Sûrî de ava bike, dîsa ev xweserî li her sê perçeyên ditir ê Kurdistanê, di hûndirê fedresyona welatên Tirkiye, Îran û Iraqê de xwe bi rêxistin bike, wê demê yek ji mebdeyên û pirensîbên sîstema federasyon û konferderasyona civakî her wiha sîstemên  rêveberiyên demokrat derfet dide ku gelê Kurd li Rojava, Bakur, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê di bi sîwana federasyonekê de bêne gel hev û bi hev re sîstemekî xwe ava bikin. Eger ev sîstem li Sûrî, Iraq, Tirkî û Îran pêk hat wê demê li gor sîstema heyî  gelê Kurd li her çar perçeyan dikarin federasyona xwe a  civakî ya Kurdistanê dikarin ava bikin. Di heman demê de divê derfet ji pêkhateyên Tirk, Ereb û pêkhateyên din yên li van welatên belav bûne û jiyana xwe didin domandin federasyonên xwe yên civakî ava bikin. Ji ber ev sîstem maf dide gelan di vê mijarê de."

Li ser pirsa eger sazûmanekî hêzên navneteweeyî û herêmî Li Sûriyê çêbibe wê çi bi xwe re bîne, endamê Konseya Seroketiya Giştî a KCK Xerîb ev nirxandin kir û got:

"Her dewleteke vîna civaka Sûrî nas bike, ji bo alîkarî, piştgîriya xwe peşkeş bike, bi nêrîna me ev hêz rewa ye. Di çerçoveya naskirinekê de, bi rêya federesyona Bakûrê Sûrî û rêveberiya wê dikarin di nav danûstandinekê de bin. Lê belê gava ev hebûn li dervayî çerçoveyekî dostanî, vîna civak ne naskirin be û li ser sîstema heyî xwe ferz kirin be, ev yek ne rewa ye. Kî dibe bila bibe, kîjan hêz dibe bila bibe pêwîst e yek neyê qebûl kirin. 

Xerîb, bi dewamiya gotina xwe bibîr xist û got; "Bêguman çawa ku Fransa neçar ma ku Sûrî berde niha jî gava hêzek bixwaze hebûna xwe ferz bike, dibe ku demekî kurt hebûna xwe bide ferzkirin. Lê belê di encamê de nikare xwe di nav civakê de wek hêzek mayînde bi cih bike û berdewamiya xwe li ser wê axê bixe bin garantiyekê."

'LI BAKURÊ SÛRIYÊ JI BO AZADIYA GELAN GAVÊN DÎROKÊ TÊNE AVÊTIN'

Xerîb axaftinên xwe wiha bi dawî kir "Li Bakûrê Sûrî pêvajoyek dîrokî tê jiyan. Çawa ku şoreşa Fransa ji bo azadiya gelan û pêşxistina sîstema komun li tevahiya cîhanê rolek lîst. Şoreşa Rojava wê rolekî gîrîng di çareserkirina pirsgirêka Sûrî, Rojhilata Navîn de jî bilîze. Çawa ku civak û ciwanên me namûsa mirovatî parast, modela ku bi pêş dikeve jî wê ji tevahî  cihanê re bibe modelek."