Xerciya xwe ya dibistanê ji Rojava re şand
Xerciya xwe ya dibistanê ji Rojava re şand
Xerciya xwe ya dibistanê ji Rojava re şand
Di çarçoveya kampanyaya alîkariyê ya ji aliyê Şaredariya Kayapinar ve ji bo gelê Rojava û Şengalê hat destpêkirin, xwendekara lîseyê Sultan Çakmak bi 77 hezar xerciya xwe ya kom kiribû destek da kampanyayê.
Kampanyaya alîkariyê ya Şaredariya Kayapinar ji bo gelê Rojava û Şengalê daye destpêkirin ji her alî ve rastî piştgiriyê tê. Xwendekara lîseyê Sultan Çakmak 77 hezar xerciya xwe ya kom kiribû radestî şaredariyê kir. Hevşaredara Kayapinarê Fatma Arşîmet xwendekar Sultan Çakmak li meqamê xwe pêşwazî kir û ji ber hestyarbûna wê ew spas kir.
Arşîmet got, “Ez vê hevala me ya biçûk, lê dilê wê mezin ji ber hestyariya wê û malbata wê ya ew mezin kiriye spas dikim. Bi rastî jî ev hestyariya gelê me hêzeke mezin e ku dikare hemû pirsgirêkan derbas bike.”
Sultan Çakmak jî got ku li hember tiştên di televizyonê de dîtine pir bandor bûye, 15 hezar xerciya heftane ya bavê wê didayê kom kiriye û xwestiye bi vî awayî piştgiriyekê bike.