Xelîl tedawî qebûl nekir û biryar da çalakiya xwe bidomîne
Ji çalakgerên greva birçîbûnê yên li Berlînê Şiyar Xelîl ku doh rakirin nexweşxaneyê, tedawî qebûl nekir û ji nexweşxaneyê derket. Xelîl diyar kir ku wê çalakiya xwe bidomîne.
Ji çalakgerên greva birçîbûnê yên li Berlînê Şiyar Xelîl ku doh rakirin nexweşxaneyê, tedawî qebûl nekir û ji nexweşxaneyê derket. Xelîl diyar kir ku wê çalakiya xwe bidomîne.
Çar aktîvîstên Kurd ên ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li sê bajarên Elmanyayê dest bi greva birçîbûnê kirin, Omer Bagdûr, Cemal Kobanê, Şiyar Xelîl û Mele Mûstafa Tûzak hefteya derbasbûyî biryar dan ku çalakiya xwe li paytext Berlînê bidomînin.
Aktîvîstên Kurd li hundirê karavanekê ya li parkeke navbera avahiyên meclîsa federal û serokwezaretiyê çalakiya xwe didomînin. Ji çalakgeran Şiyar Xelîl rewşa wî ya tenduristiyê doh piştî nîvro giran bû û ji ser hişê xwe çû. Bang li ambûlansê hatibû kirin û ew rakiribûn nexweşxaneyê.
Danê êvarê kontrola rewşa tenduristiyê ya Xelîl hate kirin. Xelîl ji doktoran re got ku ew tedawiyê qebûl nake. Xelîl ji doktorên li nexweşxaneya Charite re qala armanca çalakiya xwe kir û diyar kir, heta tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe wê çalakiya xwe bidomîne.
'HETA KU GAVEKE PRATÎKÎ BÊ AVÊTIN EM Ê ÇALAKIYA XWE BIDOMÎNIN'
Doktoran li ser vê yekê ji Xelîl re gotin ku ji bo çalakgerên greva birçîbûnê jiyana xwe ji dest nedin wê ji Sefaretxaneya Bilind a Tirk re nameyekê binivîsînin û ji Xelîl xwest ku dest ji çalakiya xwe berde. Lê belê Xelîl ji rayedarên nexweşxaneyê re got, heta gaveke pratîkî neyê avêtin wê çalakiya xwe bidomîne.
Xelîl danê êvarê ji nexweşxaneyê derket û çû cihê her sê çalakgerên din lê ne. Gelek Kurdistanî û dostên wan jî çûn serdana çalakgeran. Xelîl ji Kurdistaniyan re axivî û got, "Ji bo Serok Apo çi pêwîst be em amade ne bikin. Hevalên me li çiyê, li zindana li ber xwe didin. Me jî li vir bedena xwe dane ber birçîbûnê û em piştgiriyê didin vê berxwedanê."