Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Alîce Mûnro re hat dayîn

Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Alîce Mûnro re hat dayîn

Xelata Wêjeyê ya Nobelê, ji nivîskara Kanadayî ya 82 salî Alîce Mûnro re hat dayîn.

Xelata Wêjeyê ya Nobelê, yekemcar ji welatiyeke Kanadayî re hat dayîn. Mûnro bû nivîskara 13. a jin ku vê xelatê bi dest dixe.

Alîce Mûnro ku bi çîrokên xwe yên kurt ên li ser jiyana gundên Ontarîo navdar bû, ji ber vê yekê bi nivîskarê Rûs Anton Çehov ve tê qiyaskirin.

Akademiya Swêdî 112 sal in, yekemcar nivîskareke çîrokên kurt hêjayî xelatê dibîne. Navê Mûnro çend sal bû di nava namzetên Nobelê de cih digirt. Pisporên Nobelê dibêjin narîniya stîla Mûnro, ew kiriye namzeteke gelekî cidî.

Akademiya Swêdê di biyografiyeke nivîsandî de bal kişand ser hunera narîn, stîla vekirî û realîzma psîkolojîk a di çîrokên kurt a Mûnro de.

Mûnro di tevahiya jiyana xwe de nivîskarek bû. Berhemên xwe yên destpêkê dema li zanîngehê xwendekar bû weşand. Hînê jî li bajarokê Clînton ê li eyaleta Ontarîo dûrî ji ajîtasyonên medyayê, xebatên xwe didomîne.