Xelata Sakharov a PE ji Malala ya Pakîstanî re hat dayîn

Xelata Sakharov a PE ji Malala ya Pakîstanî re hat dayîn

Parlamenta Ewropayê, xelata Sakharov 2013 bi yekdengî da Malala Yûsafzayî ya Pakîstanî ya 16 salî re, ku ji bo perwerdeya zarokên keç ên li welatê xwe têdikoşe. Keça ciwan a Pakîstanî, di sala 2012'an de hindik mabû ji aliyê Talîbanê ve bi çekê bihata kuştin.

Serokê Parlamenta Ewropayê (PE) Martîn Schûlz di daxuyaniya xwe ya nivîskî de "hêza bêhempa" ya jina ciwan a Pakîstanî silav kir. Schûlz got, "Malala bi wêrekî mafê perwerdeya hemû zarokan diparêze" û diyar kir ku li Pakîstanê zarokên keç bi giranî ji mafê xwe yê perwerdeyê bêpar tên hiştin.

Malala ku navê wê ji bo Xelata Aştiyê ya Nobelê dihat bilêvkirin, ji bo xelata Sakrahavor PE 2013 werbigire, ji bo merasîma 20'ê Mijdarê ya li Strasboûrgê hat vexwendin.

Ji bo xelata Sakharov navê Edward Snowden ê Emerîkî yê bernmaeyên sîxuriyê yên DYE kifş kiribû û mûxalîfên li Rûsya Spî girtîne derbas dibû. Lê belê Parlamenta Ewropayê ji bo xelatê Malala hilbijart.

Xelata Azadiya Ramanê ya Sakharov ji sala 1988'an û vir ve ji bo kes an jî rêxistinên di rêya mafên mirovan û azadiya ramanê de têdikoşin tê dayîn. Xelat ji 50 hezar euroyî pêk tê.