Xelata derewan: Reklama ji 1 mîlyar TL'yî
Di dema desthilatdariya AKP'ê de saziyên çapemeniyê yên rastî nivîsandin, rastî girtin, îşkence û kuştinê hatin. Lê medya alîgirê desthilatdariyê, di berdêla derewên xwe de bi mîlyaran reklam wergirtin.
Di dema desthilatdariya AKP'ê de saziyên çapemeniyê yên rastî nivîsandin, rastî girtin, îşkence û kuştinê hatin. Lê medya alîgirê desthilatdariyê, di berdêla derewên xwe de bi mîlyaran reklam wergirtin.
Derket holê ku ji bankayên cemaweriyê, ji bo medya alîgirê AKP'ê pereyekî gelekî zêde yê reklaman hatiye xerckirin. Di dema desthilatdariya AKP'ê de saziyên çapemeniyê yên rastî nivîsandin, rastî girtin, îşkence û kuştinê hatin. Lê medya alîgirê desthilatdariyê, di berdêla derewên xwe de bi mîlyaran reklam wergirtin.
Li gorî nûçeya rojnameya Hurriyetê, bankayên cemaweriyê desteka reklaman dan medya alîgirê AKP'ê, lê medya mûxalîf bi ti awayî sûd ji vê alîkariya reklaman wernegirtiye. Tevî rojnameyên Sabah, Star, Yenî Şafak, Akşam, Guneş, Takvîm, Yenî Akît û Turkiye, qenalên televîzyonê Ulke TV, TVNet, 360 TV, 24 TV, aHaber, Beyaz TV bi weşanên xwe yên alîgir re bi pereyekî zêde reklam wergirtin.
Bankayên cemaweriyê di nava 5 salan de 1 mîlyar 32 mîlyon 273 TL li reklam û îlanan xerc kir. Halk Bankasi di nava 5 salan de 514 mîlyon 547 hezar TL di vî warî de xerc kir û bû yekemîn. Vakiflar Bankasi bi 270 mîlyon 475 hezar TL'yî re di rêza duyemîn û Zîraat Bankasi jî bi 247 mîlyon 239 mîlyon TL pereyê li reklaman xerc kirî re di rêza sêyemîn de cih girt.