Xelata Aştî û Demokrasiyê ji malbatên Roboskî re hat dayîn
Xelata Aştî û Demokrasiyê ji malbatên Roboskî re hat dayîn
Xelata Aştî û Demokrasiyê ji malbatên Roboskî re hat dayîn
Xelata Aştî, Demokrasî û Mafên Mirovan a Sevînç Ozguner, hêjayî malbatên Roboskiyî û redkarê wicdanî Halîl Savda hat.
Xelata Aştî û Demokrasiyê, bi çalakiyek li Odeya Tabîban a Stenbolê, ji malbatên ji Roboskî û redkarê wicdanî Halîl Savda re hat dayîn. Çalakî bi beşdariya malbata Sevînç Ozguner a hat kuştin, parlamenterê berê yê BDP'ê Akin Bîrdal, Serokê Komeleya Mafên Mirovan Şaxê Stenbolê Umît Efe, Serokê ÎTO Taner Goren û Prof. Dr. Gençay Gursoy pêk hat û bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna Ozguner destpê kir.
Di çalakiyê de, li ser navê malbatên Roboskiyî Ferhat Encu xelat wergirt û da xuyakirin, ku malbatên Roboskî ji 28'ê Qanûna sala 2011'an û vir ve têkoşîna edaletê didin. Encu diyar kir ku li gel hemû zext û gefên dewletê jî ewê têkoşîna xwe dewam bikin û got, "Di 28'ê vê mehê de, wê bibe 17 meh. Kiryarên komkujiyê diyar in, lê berpirsyar hînê nehatine eşkerekirin. Ji bo careke din Roboskî rû nede, emê têkoşîna xwe dewam bikin."
Redkarê wicdanî Halîl Savda jî ragihand, ku bi salane gelek mirov ji bo têkûzkirina edalet û demokrasiyê li Tirkiyê têdikoşin û got, "Ez di 1'ê Gulanê de jib o edalet, aştî û mafên mirovan, ji Roboskî heta Enqerê meşiyam. Belê îro behsa aştiyê tê kirin, lê li Roboskî hînê edalet tineye. Ji ber vê yekê, divê em hemû ji bo aştiyê hîn bêtir bixebitin."
Xelata Aştî, Demokrasî û Mafên Mirovan a Sevînç Ozguner, ji bo bîranîna Doktor Sevînç Ozguner a di sala 1980 de li ber mala xwe hat kuştin, her sal ji aliyê Odeya Tabîban a Stenbolê (ÎTO) ve tê dayîn.