Xebatkarên rêyên hesinî yên Elmanya wê li benda muzakereyan bin

Xebatkarên rêyên hesinî yên Elmanya wê li benda muzakereyan bin

Piştî greva rêyên hesinî ku li Elmanyayê dawiya hefteyê tesîreke mezin çêkir hê tu çareserî di vê mijarê de nehatiye dîtin. Di navbera sendîkayên GDL û EVG ku nelihevkirinek heye sendîkaya GDL a piraniya makînîstan girêdayî wê ne diyar kir ku wê heta 2’ê Mijdarê grev tune bin.

Bi banga Sendîkaya Makînîstên Elman (GDL) hefteya buhrî ku grev pêk hat, li welêt gelek seferên trênan pêk nehatin. Hevdîtinên di navbera Şîrketa Rêyênhesînî ya Federal (Deutsche Bahn) û sendîkayan de ji ber pêşniyareke ku bê qebûlkirin nayê kirin didomin.

HETA 2’Ê MIJDARÊ GREV NÎNE

Ji ber greva hefteya buhrî ya du rojan bi taybet ku rastî  betlaneya dibistanan a 7 eyaletan hat, bandoreke mezin çêkir. Deutsche Bahn ev rewş bi armanca lewazkirina sendîkayê bi kar anî. GDL a vebijêrka grevê di destê xwe de digire ragihandibû ku ji bo li benda encaman be wê hefteyekê grev çênebe û ji bo bixebitin bang li makînîstan kiribû.

Di daxuyaniya ji aliyê GDL ve jî hat destnîşankirin ku ‘mola’ya ji bo grevê hefteyeke din jî hatiye dirêjkirin û heta 2’ê Mijdarê wê grev pêk neyên.

NELIHEVKIRINA DI NAVBERA SENDÎKAYAN DE BAL DIKIŞÎNE

Li gel vê nelihevkirina di navbera sendîkaya GDL û EVG de bal dikişîne. Sendîkaya GDL ku peymaneke cuda dixwazin, Deutsche Bahn û EVG jî, dixwazin muzakere ji bo tevayî xebatkaran derbasdar be.