Xebatkarên çapemeniya azad ji bo rojnamevanên girtî çalakî pêkanîn
Xebatkarên çapemeniya azad ji bo rojnamevanên girtî çalakî pêkanîn
Xebatkarên çapemeniya azad ji bo rojnamevanên girtî çalakî pêkanîn
Xebatkarên çapemeniya azad yên di bin navê “Komiteya çapemeniya KCK’ê” de ku du salin 22 rojnamevan jê girtî tên darezandin li qada Galatasarayê daxuyanî dan. Di çalakiyê de Eren Keskîn axivî û got: “kevneşopiya çapemeniya azad bi derfetên xwe bi salane li pey rastiyan ketine.” Parlenterê BDP’ê Ertugrul Kurkçu jî wiha axivî: “Mirovên ku ji bilî rastî nivîsinê tu pirsgirêkên wan yên din neyîn di girtîgehan tên ragirtin. Qet xebatên rojnamevanan na be guneh. Ji ber ku rastî nivîsandin dîl girtin.”
Bi banga Ozgur Gundem, DÎHA, Azadiya Welat û belavkarên Firatê ji berî doza 22 jê girtî 46 rojnamevanên di bin navê “Komiteya çapemeniya KCK’ê” tên darezdin li qada Galatasarayê daxuyaniyek dan.
Hevseroka BDP’ê Gulten Kişanak, cigira serokê koma BDP’ê Pervîn Buldan, parlemetera Stenbolê Sebahat Tuncel û parlementerê BDP’ê yê Mêrsînê Ertugrul Kurkçu di çalakiyê de amadebûn û bi yek dengî azadiya xebatkarên çapenemiya azad yên dîl hatîn girtin xwestin.
Polîsan qada Galatasarayê dorpêç kir, rojnamevanan bi wêneyên rojnamevanên dîl hatîn girtin hatin qadê. Xwestin ku hempîşeyên wan yên dîl hatine girtin serbest bên berdan. Di çalakiyê de pankartên “ Dîlan serbest berdin” vekirin û diruşmeyên “Hûn nikarin çapemeniya azad bêdeng bikin”, “Ji sansûra dewletê re na” û “Bijî çapemeniya azad, bimre çapemeniya TOMA” hatin avêtin. Daxuyanî ji aliyê mudûra karê nivîsê yê Ozgur Gundem parêzer Eren Keskîn ve hat xwendin.
Keskîn da diyar kirin, wê roja 25’ê Îlonê car din xebatkarên çapemeniya azad bên darezandin û got: “Ev rastiyekî wisa ne ku, dema giha wê dê di vê coxrafyayê de kevir rûnên cihê xwe û wê ev coxrafya demokratîk bibe. Ev rastî rastiya coxrafyaya hatiye çarperçe kirine.”
Keskîn destnîsan kir ku, ev kesane derketine rê ji bo ku, rastiya li Kurdistanê li serê gundiyan, bûyerên kujerên wan ne diyar, yên di bin çavan de winda bûne, kuştinên kontragerîla , bûyerên tecawîzê, zarokên winda bûne diyar bikin ketine rê û got: “Ji vê riyê derketin qet hêsanî nebûye. Hêzên mîlîter yên ku xwestine rastiyan di tarîtiyê de bihêlin, her curê êrîşan li ser rojnamevanan rewa dîtine. Avahiya me bombe kirin. Nûçegihanên me û nivîskarên me qetilkirin û zarokên biçûk yên ku rojname bilav dikirin winda kirin. Lê belê van êrîşan çapemeniya azad hîn zêdetir xurt kir.”
Keskîn bang li her kesê kir ku roja 25’ê Îlonê li Silivriyê beşdarî doza xebatkarên çapemeniya azad bibin ku 22 rojnamevan jê girtî 46 rojanamevan tên darezandin.