Xebatkarê Ozgur Gundemê Karaagar hate bibîranîn

Xebatkarê Ozgur Gundem Orhan Karaagar ku beriya niha bi 27 salan hatî kuştin li Wanê li ser gora wî hate bibîranîn.

Karaagar li Wanê li avahiyeke li ser Kolana 2'yê Nîsanê 19'ê Çile ya 1993'an hatibû kuştin.

Di salvegera 27'an a kuştinê de li ser gora wî ya li Goristana Hacibekirê hate bibîranîn. Malbat û hevpîşeyên Karaagar jî li ser gorê hazir bûn.

Nûçegihana Jin Newsê Zeynep Durgut axivî û got, ''1993'an hevalê me Orhan ji hêla hêzên tarî ve bi hovîtî hate kuştin. Ji wê salê û heta niha tiştek neguherî û hê jî êrîş, tehdît û kuştina ser çapemaniya azad didome.'

Durgut bi berdewamî got li gel vê zextê jî rêça çapemeniya azad didome û ji bo ku rastiyan derxîne holê ji ya xwe nayê xwarê û got, ''Em li ser şopa Apê Mûsa, Deniz Firat, Gurbetellî, Kadrî Bagdû û Orhan Karaagar in''.

Durgut diyar kir beriya ku Karaagar were kuştin gelek caran gef lê hatiye xwarin, li gel ku 27 sal di ser re derbas bûne jî hê kujer nehatiye darizandin.

Xwîşka Karaagar Şengul  jî got, heta ku ew kujerên Orhan bibînin ew ê têbikoşin.