Xebatên ji bo hilbijartinê yên li derveyî welat didomin
HDP'yiyên li derveyî welat dijîn, xebatên xwe yên ji bo hilbijartinên pêşwext ên 1'ê Mijdarê didomînin.
HDP'yiyên li derveyî welat dijîn, xebatên xwe yên ji bo hilbijartinên pêşwext ên 1'ê Mijdarê didomînin.
HDP'yiyên li derveyî welat dijîn, xebatên xwe yên ji bo hilbijartinên pêşwext ên 1'ê Mijdarê didomînin.
STÛTTGART
Li bajarê Elmanya Stûttgartê, nûnerên jinan ên ji rêxistinên civakî yên sivîl, dest bi xebatên ji bo HDP'ê kirin. Li Navenda Çandê ya Elewiyan, li ser banga Komîsyona Jinê ya Platforma HDP'ê ya Stûttgartê, di 20'ê Îlonê de bi beşdariya 30 kesên ji nûnerên jinan ên saziyên civakî yên sivîl civînek hat lidarxistin. Jinên bi coşeke mezin beşdarî civînê bûn, der barê xebatên ji bo hilbijartinê de hin rêze biryar stendin.
Derya Varan di axaftina xwe ya li civînê de got, "Weke jinên li Stûttgartê me di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de piştgiriyeke efsanewî nîşan dan û bi saya vê yekê em bi ser ketin. Em ê di vê hilbijartinê de jî vê performansa xwe xurttir bikin û bixebitin." Aynûr Karakaya jî ragihand ku ew ê partiya jinan HDP'ê bikin desthilatdar.
BIRYARÊN HATIN STENDIN
Di civînê de biryarên hatin stendin bi vî rengî ne:
"Her jin wê li cihê lê ye propaganda devkî bike, li xizm û dostên xwe bigere û ji bo dengdayîna ji HDP'ê re wan îqna bikin. Bi rêya medya sosyal wê propaganda HDP'ê were kirin. Ji hilbijêrên heta niha deng dane CHP, AKP û partiyên din, wê cudahî û cihêrengiya HDP'ê were vegotin. Belavok wê werin belavkirin û bala raya giştî bikişîne ser mijarê. Bi rêya telefonê wê li xizm û nasên xwe yên li welêt bigerin û ji bo deng bidin HDP'ê wan îqna bikin. Ji bo şandina delegasyonên biyanî wê bixebitin."
CIVÎNA GEL HAT LIDARXISTIN
Di civîna gel a roja Yekşemê ya li Navenda Çanda Elewiyan a Stûttgartê de Nûnerê Yekîtiya Federasyonên Elewiyan li Elmanyayê Adnan Onder, nûnerên Koordînasyona HDP'ê ya Stûttgartê Alî Gursû, Aynûr Karakaya û rojnamevan Necatî Abay weke qiseker amade bûn. Onder di axaftina xwe ya li civînê de bal kişand ser komkujiya li Cizîrê û destnîşan kir ku Kurd û Elewiyên berdêl didin, divê bi hev re têbikoşin. Abay diyar kir ku AKP faşîzmê dike û ev yek gihandiye Ewropayê û got, "Em ê daxwaza AKP'ê di 1'ê Mijdarê de di ber de bihêlin." Li ser navê Koordînasyona Hilbijartinê ya Ewropayê Bahattîn Dogan jî got, "Divê armacn wergirtina 200 hezar dengan be."
HAMBÛRG
Li bajarê Elmanya Hambûrgê xebatên pêkhateyên HDP'ê dewam dikin. Li Altonayê jî komîsyonên ji bo xebatên hilbijartinê bimeşînin, hatin avakirin. Di civîna li vê semtê de Hevşaredarê Depê Bûrkan Kocaman jî amade bû. Di çarçoveya xebatên hilbijartinê de semt bi çar herêman hat dabeşkirin û ji bo her herêmê jî komîsyona ji 25 kesan hat avakirin. Komîsyon wê bi lez û bez dest bi xebatên ji bo hilbijartinê bikin û her hefte li ser xebatên xwe raporê amade bikin û pêşkêşî Komîsyona Jorîn a Altona û Komîsyona Hilbijartinê ya Hambûrgê bikin.
Ji berdevkên HDP a Hambûrgê Sevahîr Bayindir û Hevşaredarê Depê Bûrhan Kocaman li vir axivîn. Bayindir da xuyakirin ku yekane hêza dikare li hemberî desthilatdariya qesrê bisekine HDP ye. HDP veguheriye hêviya hemû bindestan. Ji bo vê hêviyê em ê bixebitin."
Kocaman jî anî ziman ku di 1'ê Mijdarê de divê ew hêza xwe hîn bêhtir bi xurtî nîşan bidin û got, "Bi vîna ji gel wergirtiye re, em ê desthilatdariyê ji destê yên hatine wezîfedarkirin bigirin û radestî yên hatine hilbijartin bikin."
Di çarçoveya xebatên hilbijartinê yên li Hambûrgê de wê roja Yekşemê di 27'ê Îlonê de li salona Aûdîmaxê bi beşdariya Hevserokê Giştî yê HDP'ê civînek gel were lidarxistin. Civînê wê saet di 14:00 de li Kampusa Zanîngeha Hambûrgê pêk were û ji tevahiya bakurê Elmanyayê beşdariyeke xurt wê çêbibe.
MANNHEÎM
Li bajarê Elmanya Mannheîmê jî, Platforma HDP'ê ya Mannheîmê li mala cem panelek organîze kir. Serokê berê yê Konfederasyona Yekîtiyên Elewiyan li Ewropayê parlamenterê HDP'ê yê Stenbolê Tûrgût Oker amade bû. Oker di axaftina xwe ya li vir de got, "HDP'ê, em ne weke yên ji koka Elewiyan tê, weke nûnerên yekser ên Elewiyan qebûl kir. Bi peymaneke xwedî pîvan, me li hev kir." Oker destnîşan kir ku HDP partiya bindestan e. Oker da zanîn ku mûxalefeta rasteqîn a li hemberî AKP'ê bi tenê HDP dike û got, "Em weke pîvana xwe ya bingehîn dibînin ku bibin zimanê bindestan. Ji ber vê yekê em ê di 1'ê Mijdarê de careke din AKP'ê têk bibin."
LÎNZ
Li bajarê Awûstûrya Lînzê jî xebatên hilbijartinê destpê kir. Di vê çarçoveyê de yekîtiya Hêzê ya Demokratîk civînek gel lidarxist. Di civîna li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCKD) de komîsyonên hilbijartinê hatin diyarkirin. Komîsyonan bi lez û bez dest bi xebatên xwe kir.
LÛZERN
Di civîna hilbijartinê ya li bajarê Lûzern ê Swîsreyê jî Parlamenterê HDP’ê yê Çewlikê Hişyar Ozsoy amade bû. Ozsoy ê di civîna li NCDK'ê pêk hat de axivî diyar kir ku Erdogan piştî têkçûna di hilbijartinê de şer da destpêkirin. Ozsoy anî ziman ku li Bakurê Kurdistanê şerekî qirêj ê Efkan Ala koordîne dike tê meşandin. Ozsoy anî ziman ku pêwîst e HDP di 1’ê Mijdarê de bi ser bikeve.
GRAZ
Li bajarê Awûstûrya Grazê civîneke gel a endamê KNK’ê Adem Ûzûn wek axaftvan beşdar bû pêk hat.
Civîn, li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Grazê bi deqeyek rêzgirtinê pêk hat. Di civînê de gelek kes amade bûn. Di civînê de ku pêvajoya siyasî ya dawî hat nirxandin, Ûzûn diyar kir li Rojhilata Navîn pêvajokeke krîzê heye û Kurd êdî li vir aktorekî girîng in.
Ûzûn anî ziman ku dewlet û AKP’ê li hember gelê Kurd şerekî topyekûn daye destpêkirin, li hember Kurdan zexteke siyasî, çandî û civakî heye. Ûzûn destnîşan kir ku gelê Cizîrê li hember vê serî netewand; gel di mijara xweseriyê de heta dawiyê bi israr e.
Ûzûn ji bo hilbijartinên 1’ê Mijdarê jî bang li her kesî kir ku deng bidin HDP’ê.
DRAGUÎGNAN
Li herêma Draguîgnan ê li Başûrê Fransa, li Salona Serirtî ya Şaredariya Draguîgnan civîna hilbijartinê pêk hat. Di civînê de endamê Koordînasyona Hilbijartinê ya HDP’ê Felat Marînos bal kişand ku li Bakurê Kurdistanê bi destê AKP’ê şerekî qirêj tê meşandin.
Piştî nêrîn û nirxandinên gel ên der barê hilbijartin û pêvajoya siyasî ku civîn bi dawî bû, biryar hat girtin ku ji bo gel biçe ser sindoqan xebat bê meşandin.