Wezîrê Hawirdorê: Divê Serokwezîr îstîfa bike

Wezîrê Hawirdorê: Divê Serokwezîr îstîfa bike

Wezîrê Havîrdor û Bajarwaniyê Erdogan Bayraktar yê ku kurê wî di çarçoveya operasyonên nelirêtî û bertîlê de hat binçav kirin, ji wezîriyê û parlementeriyê îstîfakir. Bayraktar diyar kir ku pilana avadana dosyaya lêpirsînê bi pesendkirina Serokwezîr Erdogan pêkhatiye û wiha got: "Pêwîste Serokwezîr îstîfa bike."

Li piştî operasyona nelirêtî û bertîl a navenda wî Stenbol Wezîrê Karê Navxweyî Muammer Guler, Wezîrê Aboriyê Zafer Çaglayan û piştî wî jî Wezîrê Havîrdor û Bajarwaniyê Erdogan Bayraktar jî daxûyan ku wezîriyê û parlementeriyê îstîfa kirî.
 

Bayraktarê ku tevlî kanalek televîzyonê bû wiha got: "Plansaziya avadana dosyaya lêpirsînê bi pesend kirina Serokwezîr Erdogan pêkhatiye. Zextên ku li ser me tê meşandin ez qebul nakim. Îro metna îstîfayê ji mere şandiye. Di rewşek wisa de ev yek xelete. Bila bixêr be."Bayraktar, diyar kir ku di dosyaya operasyonê de der barê şexsê wî de tiştek nîne xisûsek ku nikaribe şîrove bike nîne lê dîsa zextên îstîfa li ser hatî kirin û wiha got: "Pêwîste Serokwezîr îstîfa bike."