Wezîrê Edaletê yê Iraqê: Dê darvekirin bidomin

Wezîrê Edaletê yê Iraqê: Dê darvekirin bidomin

Li rexmî bertekên navnetewî jî Wezîrê Edaletê yê Iraqê Hesen Şammarî diyarkir ku, kesên cezayê darvekirinê li ser heyî dê bên darvekirin.

Li gorî televîzyona cemawerî ya Irarqê Wezîrê Edaletê yê Iraqê Hesen Şammarî got: “Iraq dê kesên cezayê mirinê wergirtine dê darvekirina wan berdewam bike.”

Iraq di cîhanê de di nav pênc welatên herî zêde darvekirina dike cihê xwe digire. Li Iraqê sala borî 21 kes di nava rojekê de û herî kêm 129 kes hatin darvekirin. Rêxistina Mîsyona Neteweyên Yekbûyî ya li Iraqê (NY), Yeketiya Ewropa, Îngilîstan, Rêxistina Navnetewî ya Efoyê û Rêxistina Şopandina Mafê Mirovan (HRW) gelek caran bang li Bexdayê kirin ku, darvekirina rawestîne.