Wezîrê berê: Qedexekirina xwepêşandanên Kurdan sûc e

Wezîrê berê yê Karên Hundir ê Elmanyayê Gerhart Baum helwesta polîsên Elman a li dijî Kurdan rexne kir û got, "Qedexekirina xwepêşandana li dijî destûra bingehîn e."

Di bernameya "Monitor" a qenala dewletê ya Elman ZDF de duh êvarê hate weşandin, siyaseta tund a polîs û wezareta karên hundir a Elman a li dijî Kurdan hate nirxandin. Di bernameya bi sernavê "Gumanbarê topyekûn: Kurdên li Elmanyayê dijîn" de Wezîrê berê yê Karên Hundir ê Elmanyayê Gerhart Baum axivî û destnîşan kir ku qedexekirina alên YPG'ê beriya qedexekirina YPG'ê li dijî qanûnan e.

Siyasetmedarê ji Partiya Demokratên Azad (FDP) Baum, giştînameya Wezareta Karên Hundir a 29'ê Çileya 2018'an rexne kir ku bi gumanbariya "Propaganda PKK'ê dibe ku bê kirin" xwepêşandanan qedexe dike.

Wezîrê berê destnîşan kir ku li Elmanyayê mafê xwepêşandanê gelekî berfireh e, bi qanûnan hatiye ewlekirin û got, "Guman hebe ku di xwepêşandanekê de şîdet bê kirin jî divê destûr ji wê xwepêşandanê re bê dayin. Beriya pêkhatinê, qedexekirina xwepêşandanê li dijî destûra bingehîn e."