Wezîra Swêdî Lînde ji Kurdan re got: Ez çiyayê we me

Wezîra Karên Derve ya Swêdê Ann Lînde li galayeke li Stockholmê ya ji bo piştevaniya Rojava axivî û got, "Gotina 'Ji bilî çiya dostê Kurdan nîne' neraste." Lînde bi Kurdî got, "Ez çiyayê we me."

Bi hewldana hin dostên Kurdan ên piştevaniya Rojava Yekşemê li paytexta Swêd Stockholmê galayeke bi heybet pêk hat.

Pêşkêşiya galayê ji aliyê yek ji şanogerên navdar ên Swêdê Jonas Gardell ve hate kirin. Tevî Zara Larsson ku li dinyayê nav û denge hunermendên Swêdî Jûlîa Frej, Oskar Zîa, Molly Hammar, Benjamîn Îngrasso, Albîn ft.Fîness û hunermendên Kurd Ciwan Haco, Dilniya Razzazî ji bo Rojava stran gotin.

Her wiha hunermend Cecîlîa û Cyntîa jî bi dansa xwe hunera xwe pêşkêş kirin.

Wezîra Karên Derve ya Swêdê Ann Lînde li galayê axivî û bi bîr xist, ku Rojava beriya êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk devera herî aram û ewle ya Sûriyeyê bû, lê belê piştî dagirkeriyê herî kêm 170 hezar mirov neçar man xaka xwe biterikînin.

Lînde anî ziman ku wêneyê zarokê 10 salî yê ji ber êrişên dewleta Tirk birîndar bû gelekî bandor li wê kir û got, "Li hişê min neqişî û ew dîmen ji aqlê min dernakeve."

Lînde destnîşan kir ku Neteweyên Yekbûyî karên xwe yên der barê lêkolînkirina îdîayên der barê sûcên şer ên li Rojava didomîne.

Lînde ragihand ku ew bi rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Rojava re di nava têkiliyeke nêz de ne û sê caran bi Hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Îlham Ehmed re hevdîtin kiriye.

Dema ku Lînde got ji destpêkê ve ew dagirkeriya dewleta Tirk şermezar dikin, bi sedan kesên li qada galayê demeke dirêj jê re li çepikan xist.

Lînde ragihand ku Swêd alîgirê wê yekê ye ku Kurd beşdarî civînên li Cenevreyê yên der barê paşeroja Sûriyeyê bibin.

Lînde destnîşan kir ku divê dinya piştevaniya Rojava bike, bi bîr xist ku hikumeta Swêdê heta niha bi 100 milyon kronî alîkarî bi Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kiriye û spasiya hunermend û beşdarên galayê kir ku ji bo alîkariya Rojava gala pêk anîn.

Di dawiya axaftina xwe de Lînde gotina "Ji bilî çiyayan dostê Kurdan nîne" bi bîr xist û diyar kir ku ev gotin neraste û bi Kurdî got, "Ez çiyayê we me."

Hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Îlham Ehmed jî bal kişand ser hovîtiya dewleta Tirk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike û destnîşan kir ku gelê Kurd, hêzên QSD, YPG û YPJ'ê wê destûrê nedin ku welatê wan bê dagirkirin.

Sekreterê Giştî yê Xaça Sor Martîn Erlov jî anî ziman ku ji ber êrişên dewleta Tirk li Rojava drama mirovahiyê rû da û ragihand, hatineya galaya ku bi Roja Sor pêk anîn wê ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re bişînin.

Komedyen Bjorn Gûstavsson jî diyar kir ku şerê li Sûriyeyê şerê mêrane û YPJ jî li dijî vî şerî nîşaneya jinên berxwedêr in.

Ciwan Haco jî piştî ku stranên xwe got, diyar kir ku kes nikare bi Kurdan.