Claude Mamoug Atamîan ku li Fransayê doktor e, li Gara Haydarpaşa ya ku 100 sal berê di dema qirkirina Ermeniyan de apê wî yê mezin helbestvan Adom Yardjanîan Atamîan ji vir ber bi mirinê ve hatibû şandin.
ZEYNEP KÛRAY / ANF
STENBOL
duşem, 27 avrêlê 2015, 07:08
Claude Mamoug Atamîan ku li Fransayê doktor e, li Gara Haydarpaşa ya ku 100 sal berê di dema qirkirina Ermeniyan de apê wî yê mezin helbestvan Adom Yardjanîan Atamîan ji vir ber bi mirinê ve hatibû şandin. Atamîan ji ANF’ê re axivî û çîroka apê xwe yê mezin vegot û diyar kir ku apê wî yek ji helbestkarên mezin ê demê bû û di 24’ê Nîsana 2015’an de li Stenbolê tê binçavkirin û li Ayaşê bi 30 kesî re tê gulebaran kirin, tê çalkirin û got ku wî jî ev rastî ancax du sal berê hîn kiriye. Atamîan daxuyaniyên Serokkomar Erdogan ên têkildarî mijarê de nirxand û got: “Erdogan bi vê daxuyaniyê gule berda lingê xwe.”
Atamîan ê 72 salî ku doktor e û li Fransayê ji dayik bûye, cara yekem hat Stenbolê. Atamîan li Gara Haydarpaşa ku apê wî yê helbestkar Adom Yardjanîan Atamîan, şandibûn mirinê. Atamînan her dema bîranînê bi kelecanek mezin jiya û çîroka apê xwe yê mezin wiha vegot: “Apê min Adom Yardjanîan li bajarê Elezîzê di 1878’an de ji dayik bû. Heta sedsala 18’an hemû arîstokratên Ermenî li wir hatibûn dinê. Apê min ê mezin zarokatiya xwe li wir jiya, di 1830’an de di 12 saliya xwe de bi malbata xwe re tê Stenbolê. Li vir ji dibistana Mîrîjanîan, koleja Berberîan a navdar qedand. Di dema komkujiyên Abdulhamît de apê min biryarê digire biçe Misirê û ji wir diçe Parîsê. Li Sorbonne ya ku qeyd bû jî helbestên xwe yên yekem nivîsîn. Helbestên wî di du rojnameyên Ermenî de hatin weşandin. Piştre helbesta wî ya ji bo drama Ermeniyan nivîsîbû ya bi navê ‘Bi qehremanî’ di 1902’an de hat weşandin.”
HAT GULEBARANKIRIN Û ÇALKIRIN
Apê min di 1905’an de bi nexweşiya tuberkulozê hat û li sanatoryuma Swîsreyê hat dermankirin. Li wir bi helbeskarê herî navdar ê Ermenî Roupen Sevag re hev û din nas dikin. Bi Şoreşa Jon Turk re di 1908’an de vegeriya Tirkiyeyê. Li wir dimîne û piştî demekê ji bo rojnameyeke Ermenî bi rêve bibe diçe Bostonê. Apê min ê mezin ji ber di nava Ermeniyan de îdolek bû, li Tirkiyeyê di navbera 1910-1914’an de di alî hilberîna xwe de di astek bilind de bû. Di 1913’an de diçe Kafkasyayê û beşdarî cenqazeya şoreşgerê Ermenî Sîmon Zavarîan dibe. Cara yekem Tîflîsê dibîne û ji wir diçe Ermenîstanê û diçe ser goristana Mesrop Machtots yê ku yekem alfabeya Ermenî amade kiriye. Di 24’ê Nîsana 1915’an de wek her kesî li Stenbolê tê binçavkirin û li pêşengên Ermenî re ji Gara Hayardapaşê dibin Ayaşê. Li wir piştî demekê di girtîgehê de tê girtin û di mehên Tîrmeh-Tebaxê de bi 30 kesî re tê qetilkirin û çalkirin.
CIHGIRITINA TIRKAN A DI BÎRANÎNÊ DE BANDOR LI MIN KIR
Claude Mamoug Atamîan diyar kir ku ev bûyer du sal berê hîn kiriye û got ku ew jî wek Ermeniyên din gora apê xwe nizane û wiha got: “Qe nebe piştî 100 salî şûnde ez beşdarî bîranînê bûm. Ev ji bo min kêfxweşiyeke. Dayika min her tim Stenbol vedigot. Ji ber wê min qet xwe biyanî nedidît. Bi salan şûnde ez hatim Stenbolê. Vê ez kêfxweş kirim. Beşdarbûna Tirkan a bîranînan bandor li ser min kir.”
ERDOGAN GULE BERDA LINGÊ XWE
Atamîan di dawiya axaftina xwe de înkariya dewleta Tirk jî nirxand û got: “Erdogan daxuyaniya ku heta Papa jî tehdîd dikir, pêk anî. Erdogan bi vê daxuyaniyê gule berda lingê xwe. Di bîranînên sala buhrî de sersaxî xwest, îsal gotinên xwe berevajî kir. Bi xwe re dikeve nakokiyan. Tirkiye dereng an jî zû wê qirkirinê qebûl bike. Ji ber serê rastiyan nayê girtin.”