Wezareta Karên Derve ya Elman astengiyên kêfî yên Tirkiyeyê piştast kir
Wezareta Karên Derve ya Elmanyayê piştrast kir, ku dema Kurd û mûxalîfên Tirk dikevin nava Tirkiyeyê yan jî jê derdikevin, gelek astengî derdikevin pêşiya wan.
Wezareta Karên Derve ya Elmanyayê piştrast kir, ku dema Kurd û mûxalîfên Tirk dikevin nava Tirkiyeyê yan jî jê derdikevin, gelek astengî derdikevin pêşiya wan.
Berdevkekî Wezareta Karên Derve ya Elmanyayê ragihand, agahiya wan jê heye ku ji ber polîtîkayên zextê yên hikumeta AKP'ê û pêkanînên kêfî yên li balafirgehan, gelek mirov hatine girtin.
Berdevkê wezaretê ji medya Elman re axivî û got, "Li gorî agahiyên gihîştine ber destê me, hin bûyerên bi vî rengî hene" û îdîa kir, ku çareseriye ji van pêkanînên kêfî re nîne.
Di çarçoveya pêkanînên kêfî yên hikumeta AKP'ê de, tê zanîn ku gelek Kurd û mûxalîfên Tirk li ser sînorê Tirkiyeyê tên astengkirin. Li gorî agahiyên ji aliyê medya Elman ve hatin weşandin, di nava mirovên li balafirgehan hatine desteserkirin û dersînorkirin, gelek Kurd hene.
Her wiha, gelek kesên ku di heman demê de welatiyên Elman e, tên astengkirin ku ji Tirkiyeyê derkevin.
Hîndekarê Zanîngeha Bîelefeldê civaknas Sharo Garîp ji par û vir ve nikare ji Tirkiyeyê derkeve. Derketina Garîp ji Tirkiyeyê, ji ber ku mohra xwe daniye binê belavoka Akademîsyenên ji bo Aştiyê, hatiye astengkirin.