Wezareta Edaletê: 18 kesan tunel kolandin û reviyan

Wezareta Edaletê: 18 kesan tunel kolandin û reviyan

Wezîrê Edaletê Sadûllah Ergîn piştrast kir ku ji Girtîgeha Tîpa M ya Çewlikê 18 girtiyên siyasî reviyane. Ergîn got, "Tê fêmkirin ku 18 kesan tunel kolandine û fîrar kirine. Ji Wezareta Edaletê heyetek ket ser rêya Çewlikê."

Wezîrê Edaletê Sadûllah Ergîn der barê fîrarkirina 18 girtiyên siyasî yên ji Girtîgeha Tîpa M ya Çewlikê de daxuyaniyek da û got, "Agahî gihaşt ber destê me ku di jimartina serê sibê de 14 jê girtî 4 jê hikumxwar 18 kesan fîrar kirine." Wezîr diyar kir ku lêkolîna der barê mijarê de dewam dike û got, "Tê fêmkirin ku 18 kesan tunel kolandine û reviyane. Ji Wezareta Edaletê heyetek ket ser rêya Çewlikê." 

Hat îdîakirin ku ji girtiyên fîrar kirine 10 jê ji Amedê, 3 jê ji Mêrdînê, 2 jê ji Qersê, 2 jê ji Çewlikê û yek jî ji Sêrtê ye.

Girtîgeha Tîpa Me ya Çewlikê ku xwedî cihê 260 mehkûman e, bi biryara Wezareta Edaletê kapasîteya wê derketibû 325'an. Di dema deshilatdariya AKP'ê de nifûsa li girtîgehan du qat zêde bû.

DEMÎRTAŞ: GELO BI PÊLAVÊN XWE KETIN HUNDIRÊ TUNELÊ?

Fîrara 18 girtiyan, di tevna civakî de bû yek ji mijarên bingehîn. Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş di peyama ji ser hesabê xwe yê Twîtterê de got, "Gelo bi pêlavên xwe ketin hundurê tunelê?"

Rayedarên hikûmetê di dema berxwedana Parka Gezî de, ketina çalakgeran bi pêlavan li Mizgefta Dolmabahçeyê xistibûn rojevê.

Rojnamevan Serdar Akinan jî got, "Gelo ew girtiyên PKK'ê yên ji girtîgeha Çewlikê fîrar kirine nota bi nivîsa "Em li gorî fermana vekişînê ya Rêberê xwe tevgeriyan" li dû xwe hiştine?"

Der barê bûyera fîrarê de çend peyamên balkêş ên li ser twîtterê hatin weşandin wihane:

"Li Çewlikê 18 mehkûman tunel kolandine û reviyane. Cihê xweşiyê ye ku di vê demê de mirov li çîrokên wiha guhdarî dikin. Mîna fîlman e..."

"Li hemberî pakêta AKP'ê li girtîgehan jî pakêtek hat aşkerakirin. Girtiyên li girtîgeha Çewlikê pakêtek ku di dawiya tunelê de ronahî hebû, aşkera kirin."

"Li Çewlikê versiyona Kurd a fîlmê "berdêla dîlgirtinê" hat kişandin. :)))"

"Nûçeyek xweş: Ji Girtîgeha Çewlikê 18 mehkûman fîrar kirin."