HEVPEYVÎN

Wezaret 100 roj in bersiva daxwaza hevdîtinê ya Şenyaşar nade

Emîne Şenyaşar ku li Rihayê lêgerîna xwe ya edaletê ya 846 rojî di 26’ê Tîrmeha 2023’yan de veguhezt Enqereyê, di roja 100’an de çalakiya xwe ya li ber Wezareta Edaletê ya Tirk didomîne. Bersiv ji daxwaza hevdîtinê ya Emîne Şenyaşar re nayê dayîn.

EMÎNE ŞENYAŞAR

14’ê Hezîrana 2018’an li navçeya Pirsûs a Rihayê hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar, ji aliyê parêzvan û xizmên parlamenterê berê yê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar 946 roj in di Nobeta Edaletê de ye.

AKP’iyan 10 rojan beriya Hilbijartinên Giştî yên 24’ê Hezîrana 2018’an, yanî 14’ê Hezîrana 2018’an li Pirsûsê çûn cihê kar ê Celal, Adil, Mehmet, Fadil û Ferît Şenyaşar û êrîşî wan kirin. Êrîş piştre li nexweşxaneya ku birîndar lê hatine rakirin, dewam kir. Xizmên parlamenterê berê yê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz li pêş çavê personelên nexweşxaneyê êrîşî birayên Şenyaşar kirin. Celal û Adil Şenyaşar li nexweşxaneyê hatin qetilkirin. Bavê wan Haci Esvet jî ku bihîst li zarokên wî hatiye xistin, çû. Nexweşxaneyê. Haci Esvet jî li vir li pêş çavê Emîne Şenyaşar ji aliyê xizmên Yildiz ve tê qetilkirin. Fadil Şenyaşar ku bi birîndarî ji vê êrîşê rizgar bû, 37 sal û 9 meh cezayê hepsê lê hate birîn. Ji malbata Yildiz jî kesek bi 18 sal cezayê hepsê hate cezakirin. Dayik Emîne Şenyaşar ji bo ji raya giştî re ragihîne ku ev lêpirsîn bi rengekî adil nehatiye meşandin, li ber Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kir. Emîne Şenyaşar çalakiya xwe ji Rihayê veguhezt Enqereyê. Çalakiya Nobeta Edaletê ya ku Emîne Şenyaşar li ber Wezareta Edaletê didomîne, îro ket roja 100’an.

Parlamenterê Rihayê yê DEM Partiyê Ferît Şenyaşar ku ji êrîşê bi birîndarî rizgar bû û hem di nobeta li Rihayê hem jî ya li Enqereyê de dayika xwe bi tenê nehişt, ji ANF’ê re axivî.

‘DOZA ME DOZEKE CIVAKÎ YE’

Şenyaşar anî ziman ku sereketirîn armanca parlamenteriya wî ew e ku li dijî bêedaletiyê bisekine û ev yek anîn ziman: “Beriya ku çalakiyên me destpê bikin, li meclîsê hevdîtinên têkildarî budçeyan dihatin kirin, Wezîrê Edaletê jî hat van hevdîtinan. Em di komîsyonê de hatin beramber hev. 5 deqe mafê min ê axaftinê hebû, min qala bêedaletiya ku li me hatî kirin, kir. Doza me ne dozeke şexsî ye, dozeke civakî ye. Têkildarî jiholêrakirina vê bêedaletiyê di muzakereyên butçeyê de, di komîsyonê de û di Desteya Giştî de min ji Wezîrê Edaletê pirsî lê belê tu bersiv neda. Min heya niha zêdetirî 10 pêşniyazpir amade kirine û pêşkêş kirine. Lê belê heya niha jî tu bersiv nedane. Ji ber ku tu bersiv nehate dayîn min ji Wezîrê Edaletê re nameyeke şexsî nivîsand û min di nameyê de anî ziman ku ger li hemberî vê bêedaletiyê pêngavek neyê avêtin, em ê bi vî rengî çalakiyan pêk bînin. Bersiv neda wê nameya min jî. Ez jî rabûm min dayika xwe anî Enqereyê û me dest bi çalakiya xwe kir.’’

‘WEZÎR YILMAZ TÛNÇ SOZ DA’

Şenyaşar destnîşan kir ku Nobeda Edaletê ya li Enqereyê ji du qonaxan pêk tê û got ku Wezîrê Edaletê Yilmaz Tûnç soz dabû ku ya hewce bike û piştî vê soza wî  demekê navber dane çalakiya xwe. Şenyaşar got: ‘’Me di qonaxa yekem a çalakiya xwe de di roja 49’an de navber da çalakiya xwe. Wezîrê Edaletê di roja 49’an de qebûl kir ku hevdîtinê pêk bîne. Min bi awayekî zelal bêedaletiya ku li me hatî kirin, anî ziman. Li kargeha me dîmenên kamerayan hene, êrîşeke berbiçav heye. Berdewamiya van êrîşan li nexweşxaneyê vediguhere qetlîamê. Dema min qala van yekan kir, Yilmaz Tûnç bi xwe jî heyirî. Me pêvajo bi awayekî zelal ji Wezîrê Edaletê re vegot. Wî jî got: ‘Çi hewce be wê bê kirin, wê edalet pêk were.’ Me jî baweriya xwe bi gotina wezîr anî û me navber da çalakiyên xwe.’’

HEMÛ DAXWAZ HATIN REDKIRIN

Şenyaşar got ku di 5 mehan de ku heyama navberdayîna çalakiyan e 2 rûniştin pêk hatin û di wan rûniştinan de sozên ku hatibûn dayîn nehatin bicihanîn û axaftina xwe wiha domand: ‘’Hemû daxwazên me ji aliyê dadgehê ve hatin redkirin. Şahidê vê bûyerê waliyê Rihayê ye. Bila were, yên ku dizane û dîtîne, bibêje. Ev daxwaza me hemû caran tê redkirin. Şahidekî din jî Wezîrê Çandiniyê yê wê demê Eşref Fakibaba bû. Me got bila ew jî were û şahidiyê bike. Lê belê ev daxwaza me jî hate redkirin. Birayekî min ev 6 sal in rehîn tê girtin. Tevî ku birayê min 5 salan cezayê xwe temam kiriye jî bi awayekî kêfî nayê berdan. Girêdayî van yekan hemûyan me jî çalakiya xwe domand. Çalakiya me ya li pêşiya Wezareta Edaletê dikeve roja xwe ya 100’î.”

‘EM WEKE TERORÎST HATIN ÎLANKIRIN’

Şenyaşar destnîşan kir ku divê ev bêedaletî bi dawî bibe û got: ‘’Ji bilî vê yekê tu daxwazên me nînin. Partiya desthilatdar, hikûmet û serokkomar Erdogan bi xwe jî guh dan parlamenterê xwe yê qetlîam pêk anî û em weke terorîst îlan kirin. 5 sal derbas bûn lê belê ev bêedaletî hê jî berdewam dike. Tu rayedarên dewletê têkildarî bûyerê heya niha tu daxuyanî nedane.’’

‘EM ÇALAKIYEKE DERQANÛNÎ PÊK NAYÎNIN’

Şenyaşar da zanî ku ew çend diçin li pêşiya Wezareta  Edaletê bi tundiya fîzîkî û psîkolojîk re rû bi rû dimînin û ev yek anîn ziman: ‘’Em çalakiyeke derqanûnî pêk nayînin. Ez banga hevgirtinê dikim. Her kesê ku tên li ba me weke sûcdar nîşan didin. Li cem me dûr dixin. Mixabin ku hevgirtina li Rihayê, li Enqereyê tune ye. Edalet wê ji her kesî re lazim bibe. Girêdayî van yekan em bang li hemû saziyên civakî yên sivîl ên demokratîk dikin. Dayikeke 70 salî li pêşiya Wezareta Edaletê daxwaza edaletê dike.’’