‘Werin sînor bibin kirdeya berxwedanê’

‘Werin sînor bibin kirdeya berxwedanê’

Gelek dildarên ku pîşeya xwe berdane û hatine Kobanê hene. Du kes ji van Fîdan Kanlibaş û Çiya Çîçek e. Her du jî mamosta ne û pîşeya xwe berdane û hatine Pirsûsê. Kanlibaş li Kobanê ji bo perwerdeya zarokan hewl dide û Çiya Çîçek jî di depoya alîkariyê de dixebite. Banga dildaran gelek zelal e: "Bên sînor bibin kirdeya berxwedanê."

Fîdan Kanlibaş û Çiya Çîçek mamosta ne. Fîdan Kanlibaş a mamostaya felsefeyê, ev 54 roj e bi dildarî dixebite. Kanlibaş bi zarokan re yekser eleqeder dibe. Kanlibaş da zanîn ku ji bo qadên ku zarok xwe îfade dikin kon vedane û  bi zibaretî 4 kon kirine yek û wek dibistanê amade kirine. Kanlibaş da zanîn ku piştî dibistanê temam bikin wê dest bi perwerdeya Kurdî bikin.

DIVÊ ZAROK BÊN REHABÎLÎTEKIRIN

Kanlibaş diyar kir ku di vê demê de bi mamostayên Kobanê re ketine têkiliyê û ji mamostayan xwestine ku meclîsan ava bikin û xwendekaran di bin banekî de bînin cem hev. Kanlibaş wiha got: “Ji ber şer psîkolojiya zarokan xera bûye. Divê zarok bên rehabîlîtekirin. “

LI SÎNOR ATOLYEYA JINÊ

Kanlibaş da zanîn ku li Konbajarê Rojava atolyeya jinê wê ava bikin û destpêkê bi vedana konekî destpê bikin, piştre van konan zêde bikin.

Çiya Çîçek (27)  ku ji Amedê hatiye ev 45 roj e li sînor bi dildarî dixebite û got: “Ez mamostayê perwerdeya sporê me. Li şûna ez mamostatiyê bikim min xwest ez bêm bibim parçeyek ji Kobanê. Di alîkariyan de kêmasî hene. Bi taybet bi hatina zivistanê re pêdiviyên sobe, betanî, lihêf û cil û bergan heye.

BÊN SÎNOR BIBIN KIRDEYA BERXWEDANÊ

5 meh berê xwişka min li qadên YPJ’ê şehîd ket. Ez ne tenê ji bo xwişka xwe, ji ber wijdanê xwe hatime vir. Divê her kes wijdanê xwe guhdar bike. Divê her kes bê sînor û xwedî li berxwedanê derkeve.  Her kes dikare tiştekî bike.”