Welatparêzê Kurd Îbrahîm Aslan jiyana xwe ji dest da

Îbrahîm (Bubo) Aslan, li nexweşxaneya lê dihate dermankirin jiyana xwe ji dest da.

Welatparêzê Kurd Îbrahîm (Bubo) Aslan, li nexweşxaneya li Belçîka ku lê dihate dermankirin jiyana xwe ji dest da.

Aslan, li gel Sabrî Ok, Riza Altûn, Muzafer Ayata, Bozan Tekîn ên pêşengên Tevgera Azadiya Kurd li girtîgehê li ber xwe dabûn.

Aslan ê ji ber qezayeke tirafîkê hate girtin, li girtîgehan li girtiyên Kurd nas kirin.

JI 100 R0JAN ZÊDETIR ÊŞKENCE LÊ HATE KIRIN

Aslan ê bi nasnameyeke din dubare hate binçavkirin û êşkencekirin, di Mijdara 1981’an de dema li bendê bû ku biçe Filistînê hate binçavkirin, 105 rojan hate êşkencekirin.

Aslan ê ku 15 salan di nava şert û mercên giran ên girtîgehê de ma û şûnde di sala 1996’an dema kezeba wî li ber tinebûnê bû hate berdan. Piştî hate berdan û şûnde tevî nexweşiya xwe jî têkoşîna xwe ya siyasî dom kir. 2002’an derbasî Belçîka bû.

Îbrahîm Aslan ji ber pirsgirêkên xwe yên nexweşiyê ku dema li girtîgehê hatibû êşkencekirin duh şev jiyana xwe ji dest da.