Welatparêz Mele Sebrî rehmet kir
Mele Sebrî Kiliç ê ku demek dirêj xizmeta Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê kir û keçeke wî di nav refên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de şehîd bûye, li bajarê Le Haye yê Hollandayê rehmet kir.
Mele Sebrî Kiliç ê ku demek dirêj xizmeta Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê kir û keçeke wî di nav refên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de şehîd bûye, li bajarê Le Haye yê Hollandayê rehmet kir.
Mele Sebrî Kiliç ê ku demek dirêj xizmeta Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê kir, îro li Hollandayê rehmet kir.
Mele Sebrî di dema xwendina medreseyê de çûbû Başûrê Kurdistanê û tevlî nav têkoşînê bûbû. Mele Sebrî 7 salan pêşmergetî kir û li wê derê birîndar bû. Piştî birîndarbûnê derbasî Bakurê Kurdistanê bû û di salên 1970’î de jî çû Hollandayê. Mele Sebrî ji aliyekî ve li fabrîkeya camê xebitî û ji aliyê din ve jî peywira xwe ya welatparêziyê domand.
Mele Sebrî di nîveka salên 1970’î de di nav komîteya amadekar a Newroza Kolnê de cih girt û yek ji avakarê Komeleya Karkeran a Kurdan e.
Keça wî Newroz di sala 1991’î de tevlî nav refên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bû û di sala 1993’an de jî şehîd bû.
Mele Sebrî endamê Tevgera Îslamî ya Kurdistanê û ya Heyva Sor a Kurdistanê bû.