Welatparêz Hasan Ergun jiyana xwe ji dest da

Kurdistaniyê bi navê Hasan Ergun ku li kantona Zurichê ya Swîsreyê dima, ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest da.

Ergun sala 1949'an li Qersê ji dayik bûbû, di emrê xwe yê ciwantiyê de Têkoşîna Azadiyê ya Kurd nas kiribû û bi rengekî aktîf tevlî têkoşînê bûbû. Demeke dirêj li girtîgehê mabû û ji ber sedemên polîtîk ji sala 2009'an ve ji neçarî li Swîsreyê penaber bû.

Ergun ji roja ku hat Swîsreyê ve jî bi rengekî çalak tevlî têkoşînê bû û herî dawî li komuna Raperswil a kantona Zurichê kar dikir.

Cenazeyê Hasan Ergun wê 3.5.2019 (îro) saet 09:30'î li goristana Wetzikonê bi merasîmekê ber bi Kurdistanê ve bê şandin.